Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li rojnameger Şerwan Şerwanî, Guhdar Zebarî û Ayaz Karam, çalakger Şivan Seîd Omer û Harîwan Îssa di meha Nîsanê de piştî darizandina 9 saetan a du rojan de, 6 cezayê girtîgehê hatibû birîn. Ev biryar li dadgeha temyîzê ya Başûrê Kurdistanê jî hatibû pesendkirin.
Delegasyona Iraqê ya Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser zextên li ser rojnameger û çalakgerên mûxalif ên li Başûrê Kurdistanê. Ji xeynî delegasyona Iraqê nûnerên dîplomatîk ên li Iraqê yên welatên Yekîtiya Ewropayê jî diyar kirin ku ew bi fikar in.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku biryara dadgehê ji bo ragihandina dengên cihên yên Başûrê Kurdistanê û ji bo ku rojnameger bê tirs karin karê xwe bikin, astengiyeke mezin e. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hevdîtinên rojnamegeran ên bi Konsolosxaneya Elmanyayê ya li Hewlêrê û yên bi rêxistinên sivîl re ketine îddîanameyê û bal kişandin ser vî tiştî ku ev dibe sedema fikaran.
Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê derbarê mafên mirovan, darizandina adilane û azadiya îfadekirin û çapemeniyê de berpirsyariya xwe bi cih bîne.