YDG-H: 30 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin
YDG-H, encamên şerê 21-22'ê Kanûnê yê li hemberî hêzên dewleta Tirk aşkera kir. YDG-H'ê diyar kir ku di vî şerî de, ji hêzên dewleta Tirk 30 tîmên taybet hatine kuştin.
YDG-H, encamên şerê 21-22'ê Kanûnê yê li hemberî hêzên dewleta Tirk aşkera kir. YDG-H'ê diyar kir ku di vî şerî de, ji hêzên dewleta Tirk 30 tîmên taybet hatine kuştin.
Tevgera Ciwanan a Şoreşger Welatparêz (YDG-H) da xuyakirin, ku li hemberî êrîşên topyekûn ên hikûmeta AKP'ê ya faşîst ên li hemberî xwerêveberiyên gelê Kurd, berxwedana wan bênavber dewam dike. Di daxuyaniya YDG-H'ê de hat gotin, "Roja 21'ê Kanûnê, hêzên dijmin xwestin bikevin nava taxa li dora Mizgefta Kûrşûnlû ya navçeya Sûrê. Ciwanan bi narincokan bersiv dane hêzên dijmin û li vê derê ji hêzên dewletê 3 çete hatin kuştin. Li taxa Hasirli, dijmin xwest bi tankan bi pêş de biçe. Ciwanan li vê derê tankek hedef girtin û derb lê dan. Ciwanan her wiha di cih de bersiv dane êrîşên dijmin û 3 çete kuştine. Di nava 2 rojên dawî de li navçeya Sûrê, ji aliyê komên me yên ciwanan ve 10 çalakî hatin lidarxistin, lê belê li ser mirî û birîndarên dijmin agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin. Roja 21'ê Kanûnê li taxa Karadenîzê, ciwanan xwe berdan nava dijmin, hêza dijmin dorpêç kir û di şerê li vê derê de bi zelalî hat tespîtkirin ku dijmin 4 windahî daye. Her wiha hêzên dijmin ên xwestin bikevin hundirê malekê, rastî bersiva ciwanan hatine. Heman rojê, li derdora Mizgefta Kûrşûnlû, dijmin xwest ji ser banê xaniyan bikeve nava taxê. Ciwanên ku bi vê hesiyan, derbên bi bandor li dijmin dan. Li vê derê polîsekî tîmê taybet hat kuştin. Hêzên dijmin hem ji hewayê hem jî ji erdê ve bombeyan li navçeya Sûrê dibarînin. Helîkopterekê dema gule li taxan direşand, ji aliyê ciwanan ve hat derbkirin û ji neçarî daket xwarê.
Roja 22'ê Kanûnê, li taxa Zapê ya navçeya Şirnex Silopiyayê, ciwanan ji navbereke dirêj 3 çalakî pêk anîn û 3 çeteyên tevgera taybet hatin kuştin. Heman rojê li taxa Barbarosê 2 çalakiyên din hatin lidarxistin. Li vir jî 2 çeteyên tevgera taybet hatin kuştin. Roja 21'ê Kanûnê li taxa Nûhê ciwanan hêzên dijmin hedef girtin. Li vir bi zelalî tespît bû ku polîsek hatiye kuştin. di berxwedana li taxa Nûhê de 2 hêzên dijmin bi derba ciwanan hatin kuştin. Li taxa Zapê jî ciwanan ji navbereke dûr, 2 hêzên dijmin kuştin. Li taxa Zapê, dijmin bi roketan malek hedef girtin û di vê êrîşê de jineke sivîl şehîd ket. Her wiha dijmin bi bombeavêj û hawanan, taxên Nûh û Zapê bombe dike. Li taxa Karşiyaka jî dijmin malek hedef girt. Li vê derê ciwanekî sivîl ê 19 salî şehîd ket. Li taxa Nûhê, hêzên dijmin gelê sivîl ji bo xwe weke mertal bi kar tînin. Her wiha di nava 2 rojan de 10 mal ji aliyê dijmin ve hedef hatin girtin. Ev malên bûn hedefa dijmin, hilweşiyan."
Daxuyaniya YDG-H bi vî rengî dewam kir:
"22'ê Kanûnê, ciwan bi hêzên dijmin ên dixwestin xwe berdin nava taxa Cûdî ya Cizîrê hesiyan û li wan dan. Li vê derê çeteyekî tevgera taybet hat kuştin. Êrîşa hêzên dijimn a ku di sibeha 21'ê Kanûnê de de li navçeya Şirnex Cizîrê da destpêkirin, dewam dike. Dijmin bi tank û topan êrîşî gelemperiya navçeyê bi taybetî jî taxên Cûdî, Yafes û Nûrê dike. Roja 21'ê Kanûnê li taxa Nûrê, di dema derbasbûna maşîneke zirxî de, xefikek ji aliyê ciwanan ve hatibû danîn hat teqandin û ev maşîn bi temamî îmha bû. Heman rojê li taxa Cûdî jî, hêzên dijmin agir berdan malên gel. Duh danê sibehê, ciwanan bi sûîqestê leşkerek kuştin. Danê vê sibehê jî 3 çalakî hatin lidarxistin û li vir 3 polîs hatin kuştin. Her wiha li herêma dortyolê, di dema derbasbûna maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra de, bombe hat teqandin û di encamê de ev maşîn bi temamî hat îmhakirin. Îro jî ciwanan 3 çeteyên tevgera taybet kuştin.
22'ê Kanûnê saet di 11:00 de, dijmin êrîşî taxa Kanîka ya ser bi navçeya Mêrdîn Nisêbînê kir. Di encama bersiva ciwanan de li vê derê polîsek hat kuştin. Saet di 11:10'an de ciwanan kepçeyeke zirxî îmha kirin. Dijmin di êrîşa li hemberî taxa Kanîka de sivîlekî 45 salî qetil kir.
Di êvara 22'ê Kanûnê de, li navçeya Mêrdîn Kerboranê dijmin ciwanekî astengdar hedef girt. Agahî ji vî ciwanî nehat wergirtin.
DEWLETA TIRK, NEXWEŞXANE, DIBISTAN Û MALAN WEK BARGEH BIKAR TÎNE
YDG-H’ê destnîşan kir ku Fermandariya Giştî ya Tirk û çeteyên girêdayî emniyetê ji vê hefteya dawî ve dest datîne ser otel, nexweşxane, dibistan û mala gel, wek bargehên leşkerî bikar tîne, wiha pê de çû: "Ev rewş bi awayekî aşkera tê wateya binpêkirina hiqûqa şer. Li dijî van çeteyên ku qadên sivîlan û raya giştî ji xwe re wek çeper bikar tîne, divê rêxistinên civaka sivîl zêdetir dengê xwe bilind bike, li hember çeteyên dewletê yên ku ji xwe re tinekirina mirovên sivîl û bê parastin kiriye elimandin, pêwîst e saziyên navneteweyî bikevin nav tevgerê."
PÊWÎST E CIWAN BI AWAYEKÎ AKTÎF TEVLÎBÛNA XWE BIDOMÎNIN
Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin: "Em wek YDG-H bi temamî bi biryar in ku vê berxwedana xwe ya li dijî artêşa dagirker-faşîst û çeteyên Qesrê, bibin heta serketinê û rejîma mêtinger çiqasî hêzê bikar tîne bila bîne wê nikaribe berxwedana me bişkîne. Heta mêtingerî bi temamî ji holê rabe û Kurdistan azad dibe, pêwîst e tevahî Ciwanên Kurdistanê yên Welatparêz di nav seferbertiyê de bi awayekî aktîf tevlîbûna xwe ya berxwedanê bidomînin."