Xwendevanên Zanîngeha Dîcleyê: Zanîngeh kirine heps

Xwendevanên Zanîngeha Dîcleyê diyar kirin ku piştî Rewşa Awarte zext hê zêdetir bûne û got; “Zanîngeh kirine hepsek. Her der tijî sîxur in, an polîs an jî nobedarek heye, xweseriya men emaye.”

Rewşa Awarte ya ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê hat îlankirin bandora xwe li zanîngeha jî kir. Zanîngeha Dîcle jî yek ji zanîngehên herî zêde bandor bûye. Jixwe demên Rewşa Awarte nîn bû jî zextên li ser zanîngehê dibû sedema nerazîbûna xwendevanan. Li zanîngehê her roj polîsên Tirk dewriye digerin, li ber Fakulteya Îlahiyatê nobedê digrin. Îca piştî Rewşa Awarte ev sepanîn hê xirabtir bûne. Xwendevan dibêjin ku li ser her gavê polîsek an jî nobedarek heye û zanîngehê dişibînin girtîgehê.

Xwendevanekî pola 4’emîn radigihîne ku heta niha ewqas polîs û TOMA li zanîngehê nedîtibû û dibêje; “Her tim li ber fakulteyan kom dikin. Em wek xwendevan vê destdirêjiya li ser zanîngeha xwe dibînin.”

‘DESTÛRA KAMPANYA ÎMZEYÊ JÎ NÎNE’

Xwendevan tîne ziman ku hewlda sîxurkirina xwendevanan heye û wiha pê de diçe; “Nobedarên li fakulteyê jî cesaretê ji polîsan digre û mîna helwestên polîsan nêzî xwendevanan dibin. Mînak, xwendevanan tehdîd dikin. Ji ber zextên li zanîngehê em nikarin xwarinekê jî boykot bikin. Dema em dibêjin boykota 3 rojan, zanîngeh tijî polîs dibe. Dema em dixwazin îmzeyan berhev bikin, êrîşî me dikin. Ne tenê li zanîngehê, dema kesek li derveyî zanîngehê jî tevlî çalakiyan dibe cezayê dûrxistinê didinê û ev ceza jî ji 6 mehan dest pê dike.”