Xwendekarên Dîlok û Meletiyayê berxwedan silav kir

Xwedekarên Dîlok û Meletiyayê, polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê portesto kirin, berxwedana xwerêveberiya gel silav kirin.

Di çalakiya Meletiyayê de, komên faşîst û polîsên Tirk êrîşî xwendekarên şoreşger û welatparêz kirin. Xwendekarên birîndar ji aliyê polîsên Tirk hatin binçavkirin.

Xwedekarên Dîlok û Meletiyayê, polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê portesto kirin, berxwedana xwerêveberiya gel silav kirin. Di çalakiya Meletiyayê de, komên faşîst û polîsên Tirk êrîşî xwendekarên şoreşger û welatparêz kirin. Xwendekarên birîndar ji aliyê polîsên Tirk hatin binçavkirin.

DÎLOK

Li Zanîngeha Dîlokê endamên Komeleya Ciwanên Demokratîk meşek li dar xistin. Xwendekaran di nav zanîngehê de bi dirûşmeyên "Kujer polîs ji Kurdistanê biçe", "Bijî berxwedana Kurdîstan" û "Têkoşîn berxwedan e, rêya me serhildan e" qîr kirin.

Piştî meşê xwendekarê bi navê Habîp Baran bal kişand ser polîtîkayên qetlîamker ên li Kurdistanê û berxwedana gel silav kir.

Piştî daxuyaniyê xwendekaran 10 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.

MELETÎ

Li Meletî jî xwendekarên Zanîngeha Înonuyê ji bo piştgiriya berxwedana xwerêveberiyê, li kampusê daxuyaniya çapemeniyê dan. Piştî daxuyaniyê, komên faşîst û polîsên Tirk bi hev re êrîşî xwendekaran kirin û 5 xwendekar binçav kirin. Her wiha di êrîşa komên faşîst de jî 2 xwendekar bi satoreyan hatin birîndarkirin. Polîsên Tirk, xwendekarên birîndar jî binçav kirin. 

Li zanîngehê alozî hê didome.