Xizmên windayan li 5 bajaran daxwaza edaletê kirin
Ximên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo pirsîna aqûbeta windayan û darizandina failan vê hefteyê jî li bajarên Amed, Colemêrg, Riha, Êlih û Îzmîrê ê çalakî li dar xistin.
Ximên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo pirsîna aqûbeta windayan û darizandina failan vê hefteyê jî li bajarên Amed, Colemêrg, Riha, Êlih û Îzmîrê ê çalakî li dar xistin.
Çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku her hefte ji aliyê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan ve tê lidarxistin, hefteya 889'an li ber Abîdeya Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Yenîşehîrê berdewam kir. Di çalakiyê de ku pankarta wêneyên windayan li ser hat vekirin, beşdaran wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiyê de ku gelek siyasetmedar beşdar bûn, vê hefteyê çîroka Fîkrî Ozgen hat xwendin ku piştî ku di 27'ê Sibata 1997'an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hat revandin, careke din agahî jê nehat girtin.
Rêveberê ÎHD'ê Yahya Polat çîroka windakirina Ozgen xwend û daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê, çalakiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê di hefteya 725'an de berdewam kir. Çalakiya vê hefteyê li ser aqûbeta Zeynel Kursep bû ku di 24'ê Adara 1992'yan de li Êlihê hat revandin û ji wê demê ve agahî jê nayê girtin. Rêveberê ÎHD'ê Zana Yucel Bozkurt, çîroka windabûna Kursep xwend.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Çalakiya li navçeya Geverê ya Colemêrgê di hefteya 215'an de berdewam kir. Di çalakiya li Kolana Hunerê de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Zekî Yilmaz ku di sala 1994'an de di bin çavan de bi zorê hatibû windakirin, hat xwendin.
RIHA
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê ji bo pirsa aqûbeta kesên ku di bin çavan de winda bûne cara 68'emîn li hev civiya. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniya li ber Novada Parkê bûn. Pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat daliqandin û wêneyên kesên ku di bin çavan de winda bûne hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo rojnamevan Kemal Kiliç ku 33 sal berê hat qetilkirin, edalet hat xwestin.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÎZMÎR
ÎHD'a Îzmîrê çalakiya rûniştinê ya ku ji her du hefteyan carekê ji bo kesên ku di binçavan de hatine windakirin, li ber Sumerbanka Kevn a Konakê domand. Di çalakiyê de pankartên “Kesên winda wîjdan e xwedî li wîjdana xwe derkeve” û “Kiryar diyar in, winda li ku ne?” hatin vekirin. Metna daxuyaniyê bi Kurdî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Zîlan Gumuş ve û bi tirkî jî ji aliyê rêveberê ÎHD'ê Evrîm Kubilay ve hate xwendin.
Daxuyanî bi bibîranîna Dayika Berfo ya ku yek ji Dayikên Şemiyê ku di 21'ê Sibata 2013'an de koça dawî kiribû, dest pê kir. Di daxuyaniyê de li aqûbeta Murat Yildiz ê 19 salî ku berî 31 salan di binçavan de hatibû windakirin, hate pirsîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Yildiz di sala 1995'an de li Bornovaya navçeya Îzmîrê hatiye binçavkirin û wiha hate gotin: “Em bang li mensûbên darazê dikin ku dev ji polîtîkaya bêcezahiştinê berdin, ji bo sûcên li dijî mirovahiyê darizandineke bi bandor bimeşînin û ji bo van sûcan qanûna demboriyê bi kar neynin. Çend sal derbas bibin jî, em ê ji bo Murat Yildiz û ji bo hemû windayên xwe daxwaza edaletê bikin û bi bîr bixin ku dewlet mecbûr e di çarçoveya pîvanên hiqûqa gerdûnî de tevbigere.”