Xelkê Bergarê rêya Amediyê-Dêrelokê ji bo çûn hatinê girt

Welatiyên gundê Bergare ya ser bi sînorê navçeya Amêdiyê weke nerazîbûnê ji bo pêşîgirtina çûna nava bax û baxçeyên xwe li hev kom bûn û rêya serekî ya navbera Amêdiyê û Dêrelokê li çûn û hatinê girtin.

Gundiyên nêzî 20 gundên devera Bergare li dijî pêşîgirtina wan ya ji bo vegera li gund û ser cihên xwe xwepêşandanek lidar xistin. Welatiyan di çalakiyê de anîn ziman ku niha werza kêlan û çandiniyê ye û baxçeyên wan yekane rêya debara wane. Welatiyan daxwaz ji aliyên têkildar kirin kur ê bidin vegerin ser cih û warên xwe.

Welatiyan di çalakiyê de pirsa gelo eger ku dewleta Tirk şer û bombebarana li herêmê daye sekinandin, başe hinceta rê nadin vegerin ser gundê xwe çiye? Welatiyan ku sê salbûn nedikarîn vegerin ser cih û warê xwe, bend rakirin û derbasî gundên xwe bûn.

Hêjayî bibîr xistinê ye devera Bergare yek ji herêmên herî dewlemend ya ser bi Parêzgeha Dihokê ve ye. Mixabin ji ber artêşa Tirkiye û êrişên dagirkeriyê bi salane welatî nikarin vegerin ser cih û warên xwe.