Xebatkarên tenduristiyê yên xwestin biçin Cizîrê dîsa hatin astengkirin
Xebatkarên tenduristiyê yên dildar ên endamê TTB û SES’ê bi rojan in hewl didin ku ji bo xwe bigihînin birîndarên li Cizîrê, carek din çûyîna wan a Cizîrê hat astengkirin.
Xebatkarên tenduristiyê yên dildar ên endamê TTB û SES’ê bi rojan in hewl didin ku ji bo xwe bigihînin birîndarên li Cizîrê, carek din çûyîna wan a Cizîrê hat astengkirin.
Nobeda 14 xebatkarên tenduristiyê yên endamên TTB û SES’ê ê ku bi rojan in hewl didin xwe bigihînin Cizîrê û ji bo mudaxelekirina birîndarên ku ev 13 roj in di bodûma malekê ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, carek din ketina Cizîrê ya xebatkarên tenduristiyê hat astengkirin.
Li gundê Kemîna ya girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê pêşiya xebatkarên tenduristiyê hat girtin û rê nedan derbas bibin. Li ser astengkirinê tîmên xebatkarên tenduristiyê wê sibehê dîsa hewl bidin xwe bigihîn Cizîrê.
Xebatkar ji bo şevê derbas bikin vegeriyan Mêrdînê.