Xebatkarên tendirustiyê yên ku xwestin biçin Cizîrê li ser rêya Hezexê hatin astengkirin

Xebatkarên tendirustiyê yên ku ev du roj in dixwazin biçin Cizîrê ji bo mûdaxelekirina birindarên ku ev 10 roj in di “bodrûma wehşetê” de ne di ketina Hezexê de hatin astengkirin.

Xebatkarên tendirustiyê yên ku ev du roj in dixwazin biçin Cizîrê ji bo mûdaxelekirina birindarên ku ev 10 roj in di “bodrûma wehşetê” ya navçeya Cizîr a Şirnexê de li bendêne rakirina nexweşxaneyê ne, di ketina Hezexê de hatin astengkirin. Xebatkarên tendirustiyê diyar kirin ku bi biryar in bikevin Cizîrê, bang li rêveberan kirin û gotin: “Ji bo xwe gihandina birîndaran me her tişt daye ber çavên xwe. Êdî dengekî bigihînin me.”

14 xebatkarên tendirustiyê yên endamên TTB û SES’ê ji bo bikevin Cizîrê û mûdaxeleyî birîndarên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li navçeya Cizîr a Şirnexê hatin birindarkirin û di jêrzemîn malekê de asê mane, carek din jî hatin astengkirin. Xebatkarên tendirustiyê yên ku saetên sibehê ku xwestin bi ser rêya Nisêbînê re biçin Cizîr, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, vê carê jî xwestin bi ser rêya Hezexê re biçin Cizîrê.

Leşkeran vê carê jî li 10 kîlometre dûrî Hezexê pêşiya kedkarên tenduristiyê girtin û asteng kirin. Piştî ku hatin astengkirin kedkarên tenduristiyê dîsa vegeriyan û li Midyadê daxuyanî dan. Ji tenduristvanan endamê TTB'ê yê Enqereyê Dr. Onur Nacî Karahanci anî ziman ku ev 2 roj in ji bo ku bikaribin biçin Cizîrê li ser rê ne lê her hewldanên wan ji aliyê leşker û polîsan ve hate astengkirin. Karahanci destnîşan kir ku ligel ku peymanên navneteweyî tînin bîra rayedaran jî ji bo çûyînê destûr nayê dayîn. 

Hevserokê TTB'ê yê Mêrdînê Kamûran Yildirim jî destnîşan kir ku tiştên ku diqewimin nayê qebûlkirin û der barê rewşa birîndaran de ev 2 roj in agahî negirtine û ji ber vê yekê bi fikar in. Yildirim destnîşan kir ku tekane armanca wan xwe gihandina birîndaran e û wiha got: "Lê, tenê em tên rawestandin û tên astengkirin. Hêzên dewletê yên ku me didin rawestandin bi vê yekê re jî namînin û dibêjin dikarin lêgerînê bikin. Em li vir bang li walîtiyên Mêrdîn û Şirnexê, Wezîrê Tenduristiyê û Serokwezîr dikin ji bo ku em bikarbin xwe bigihînin birîndaran alîkarî bidin. Em bawer dikin ku dikarin vî rewşê sererast bikin. Em ji bo ku bikaribin xwe bigihînin birîndaran her tiştî digirin ber çavan. Êdî deng bidin."
Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku heta ku ew xwe bigihînin birîndaran û xizmeta tenduristiyê bidin wê hewldanên xwe bidomînin û bang li hemû kedkarên tenduristiyê jî kirin û xwest piştgiriyê bidin wan.