Xana Weqfê hate şewitandin

Li navçeya Sûrê ya ev 65 roj in li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk berxwedana gel berdewam dike, hêzên dewletê Xana Weqfê ya li Cadeya Gaziyê şewitandin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî êrîşên hêzên dewletê berxwedana gel di roja 65'emîn de ye. Hêzên dewletê ji ber ku nikarin berxwedana gel bişikênin êrîşên xwe dijwartir dikin. Li Cadeya Gaziyê li gel ku qedexe tuneye jî hêzên dewletê Xana Weqfê şewitandin. Hate hinbûn ku li Xana Weqfê hemû tişt şewîtîne, lê ligel vê yekê jî tîmên taybet ên Tirk nehiştine kesek mudaxale bike.

Li aliyê din hate hinbûn ku li navçeya Sûrê serê sibehê 5 kes hatin binçavkirin. Welatiyên bi navê Şeyhmus Kartal, Hanefî Kama, Veysî Başaran, Îzettîn Erdem û Abdurrahman Başbuga yên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Hate hinbûn ku kesên hatine binçavkirin ji ber îxbarê hatine binçavkirin.