Welatparêzê Kurd Bedîrxan Derîn jiyana xwe ji dest da
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bajarê Bocholt a Elmanya, Bedîrxan Derîn di encama qrîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Bedîrxan Derîn (55) ê ji aliyê derdora xwe bi kesayeta xwe ya welatparêzî dihat naskirin, di encama qrîza dil de çavên xwe li jiyanê girt. Piştî wefata Derîn ê di heman demê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bû, hezkirî û dostên wî herikîn komaleya li Bochol.
Derîn di encama zextên dewleta Tirk li Ewropayê ji 1990’î û vir ve li sirgûnê ye, bavê 6 zarokan bû. Derîn li Ewropa jî piştgiriya xwe ya têkoşîna azadiya gelê Kurd bi fedakariyek mezin meşand.
Malbata Derîn, sersaxiya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bocholtê qebûl dike.