Wekîlên HDP’ê çû ziyareta birîndarên Cizîrê
Parlementerên HDP’ê yên li Şirnexê, birîndarên di êrîşa Cizîrê de ziyaret kir û bi malbatan wan re civiyan.

Di encama êrîşên dewleta Tirk ên di rojên dawî de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanên bi navê Îsmaîl Acay (23) û Mevlut Şîmşet (21) û zarokên bi navên Ferhat Taniş (15) û Mevlûde Egdî (15) birîndar bûn. Tedawiya 4 kesan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê berdewam dike. Parlamenterên HDP'ê Lezgîn Botan, Leyla Bîrlîk, Burcu Çelîk Ozkan û Berdan Ozturk, li nexweşxaneyê birîndar ziyaret kirin.
ENCAMÊN OTOPSIYÊ NEDAN WEKÎLAN
Parlamenter piştî ziyareta birîndaran, ketin pey otopsiya Hediye Şen a ku duh êvarî ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin. Lê, bi hinceta ‘biryar ne zelal e’, agahiyên encama otopsiyê bi wekîlan re nehat parvekirin. Parlamenteran nerazîbûnên tund nîşanî vê pêkanînê dan û diyar kirin ku dewleta Tirk û bi polîs û leşkerên xwe ve dixwazin înfazan veşêre. Heyetê, piştre agahî ji malbatên birîndaran wergirt.