Viyan Soran li wargeha Ş. Rustem Cûdî hat bîranîn

Viyan Soran (Leyla Walî Hisên) li wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi semînerekê hat bîranîn.

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Leyla Walî Hisên (Viyan Soran) ku di 2'ê Sibata 2006'an de ji hêzên komploker re got 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û çalakiya fedayî pêk anî, hat bîranîn. 

Gelê Mexmûrê bi merasîmek girseyî ya li Saziya Malbatên Şehîdan gerîlaya YJA-Starê Leyla Walî Hisên (Viyan Soran) bi bîr anî. Merasîmê saet di 09.00 de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd destpê kir.

Endama Rêveberiya Meclîsa Îştar Medya Xinisî di şexşê Viyan Soran de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anî û têkîldarî girîngiya çalakiya Viyan Soran de: "Ev çalakî li hemberî komployê bersivek bû. Ev bersiv hem ji bo têkoşîna hundirîn hem jî ya derveyî rolek mezin lîst." Xinisî ragihand, uk Viyan Soran ji hêzên komploker re gotiye 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û ev çalakiya fedayî pêk aniye. Xinisî destnîşan kir ku ev çalakî seknek bi biryar dixwaze û wiha dom kir: "Ev ruh li Kobanê Arîn Mirxan bû, niha jî li Cizîr û Sûrê ji aliyê gelê me ve dewam dike."
 
Endama Rêveberiya Meclîsa Îştarê Xinisî di dawiya axaftina xwe de dilsoziya bi bîranîna cangoriyan anî ziman û soza dewamkirina têkoşîna wan da.
 
Biranîn bi qîrîna dirûşmeyên, "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" û çepikan bi dawî bû.