Viyan Leyla: AKP mêtîngerî û tinekirin e; divê em vîna jinên ciwan nîşanî AKP'ê bidin
Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Viyan Leyla destnîşan kir ku AKP û Erdogan li Kurdistanê mêtîngerî û tinekirin e û bang li jinên ciwan kir ku mîna Kobanê, vîna jinên ciwan nîşan bidin û AKP'ê ji Kurdistanê biqewirînin.
ANF
BEHDÎNAN
în, 18 berfanbarê 2015, 10:55
Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Viyan Leyla destnîşan kir ku AKP û Erdogan li Kurdistanê mêtîngerî û tinekirin e û bang li jinên ciwan kir ku mîna Kobanê, vîna jinên ciwan nîşan bidin û AKP'ê ji Kurdistanê biqewirînin.
Viyan Leyla, berxwedana xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand û ev xal destnîşan kir:
"Îro di pêşengiya jinên ciwan de li Bakurê Kurdistanê, şerê hebûn û tinebûnê tê meşandin. Ev şer li hemberî zilamsalarî, li hemberî dewleta Tirk, li hemberî hêzên çete yên AKP'ê bersiva jiyana azad e, xwesteka jiyana azad e. Li her devera Kurdistanê îro jinên ciwan bangawaziya azadiyê dikin. Ji bo vê yekê diherikin çeperên têkoşînê.
Li Farqînê çawa ku jinên ciwan li ber xwe dan, çawa ku civakê deng da vê berxwedanê û hêzên çetegir mîna polîs û leşker ji ser axa xwe avêtin, niha jî pêwîste heman têkoşîn, heman berxwedan di asteke milîtantî, asteke fedaîtî de li Sûrê, Nisêbîn, Cizîrê, Kerboranê bê nîşandan. Ji ber ku hemû cîhan bi vê dizane jinên ciwan ên Kurd berxwedêr in, serhildêr in û koletiyê qebûl nakin. Ji bo jiyaneke azad li ber xwe didin û bangawaziya wan a li jiyana azad her roj geştir dibe.
Ji ber vê divê xwedîderketina li xwerêveberiyên xweser bi pêşengiya jinên ciwan zêdetir berfireh bibe. Hemû jinên ciwan ên li kolanan ên li mala xwe rûniştine, yên diçin mektebê divê vê sîstema heyî red bike. AKP'ê ji derveyî kolanên Kurdistanê derxîne. Xwedî li axa xwe, li Serokê xwe, li jin û ciwanan derkeve, xwedî li civaka xwe derkeve. Bi hişmendiya xwedîderketina li şoreşa Bakurê Kurdistanê biherikin têkoşînê, çeperên berxwedanê.
BI BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ RE DIVÊ EM AKP'Ê JI KURDISTANÊ BIQEWITÎNIN
Pêwîste AKP vê baş bizanbe; gelê Kurd ti carî koletî qebûl nekir, jina Kurd ti carî li hemberî zilaman serê xwe netewand, sîstema zilamsalarî qebûl nekir. Ciwanên Kurd li hemberî polîtîkayên tinekirinê yên AKP'ê teslîm nebû, li ber xwe da. Her tim bersiva wan, herikandina qadên azadiyê bû. Îro qadên azadiyê, li Cizîr e, Silopiya ye, Kerboran e, Nisêbîn e, Sûr e. Her çiqasî AKP'ê bi qedexekirina derketina kolanan re ev deverên berxwedanê bi hêza xwe dagirker bi tank û topên xwe û teknîka xwe ya herî bilind tijî kiribe jî ciwanên Kurd ji vê natirsin. Jinên ciwan ên Kurd bersiva wan li hemberî vî şerê dijwar, vî şerê qirêj ê AKP dixwaze li ser axa me bi me bide jiyîn, ew ê hîn mezintir bibe. Bi hişmendiya xweparastin, xwerêxistinkirin, bi bilindkirina têkoşînê re pêwîste em AKP'ê ji Kurdistanê biqewitînin. Hêza dagirker û mêtînger a li ser Kurdistanê niha AKP û Erdogan bi xwe ne.
BÊDENGIYA LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BÊWIJDANIYEKE MEZIN E
Îro li Bakurê Kurdistanê dixwaze me ji ser axa me koç bike, dixwaze me ji axa me derxîne, lê li hemberî vê serîtewandin, qebûlkirin, deng dernexistin bê wijdanî ye. Niha şerekî pir dijwar di asteke pir bilind de tê jiyîn. Yê ku ji xwe re dibêje ez azadîxwazim, ez werlatparêzim, ez jiyana azad hildibijêrim pêwîste van polîtîkayan qebûl neke û li hemberî van berxwedan û têkoşîneke hîn mezintir diyar bike. Ev êrîş, girtin, tinekirin, komkujî pêwîste bi têkoşîneke bilindtir, bi bersiveke hîn geştir vala bê derxistin.
AKP DAGIKERÎ YE, MÊTÎNGERÎ YE
AKP dagirkerî ye, AKP mêtîngerî ye, AKP tinekirin e, qetilkirin e. Li hemberî vê jî em jiyana azad dixwazin, em sîstemeke nû ya girêdayî jinên ciwan diafirînin. Ji bo vê jiyanê pêwîste hemû jinên ciwan biherikin van qadên xwerêveberiyê. Her kes deng bide berxwedana Bakurê Kurdistanê. Her kes di asteke pêşeng de tevlî vê berxwedanê bibe. Em nehêlin ku AKP careke din me ji bo tinekirin, helandinê ji ser axa me biqewitîne. Yê ku bê qewitandin hikûmeta AKP'ê bi xwe ye.
JI BO KURDAN RÊYEK LI DERVEYÎ BERXWEDANÊ NEMA YE
Ji bo Kurdan bi taybetî rêyeke li derveyî berxwedanê nemaye. Rêya pêwîst bilindkirina berxwedanê ye. Çawa ku pêşengên me yên berê rêya berxwedanê nîşanî me da, divê îro jî em weke jinên ciwan vî ruhê xwe yê berxwedêr, taybetmendiyên xwe yên serhildêr nîşanî hikûmeta AKP'ê bidin. Nîşanî Erdogan bidin.
GIRÎNG E JINÊN CIWAN LI HER CIHÎ SÎSTEMA DAGIRKERIYÊ RED BIKIN
Ji bo vê yekê, hemû metropolên Tirkiyeyê, qadên din ên Kurd lê dijîn, pêwîste deng bidin berxwedana Bakurê Kurdistanê. Jinên ciwan ên li her çar parçeyên Kurdistan, Ewropayê, metropolên Tirkiyeyê dijîn, dev ji sîstema dagirkeriyê berdin, red bikin, mehkûm bikin. Li hemberî vê dagirkeriyê niha li Bakurê Kurdistanê berxwedanek heye.
DIVÊ HER DEVERA KURD LÊ DIJÎN VEGUHERIN QADÊN BERXWEDANÊ
Çawa ku li Bakurê Kurdistanê şerekî pir dijwar tê meşandin, hemû metropolên Tirkiyeyê, çar parçeyên Kurdistanê û qadên Ewropa veguherin qadên berxwedanê. Jinên ciwan weke pêşeng vê berxwedanê bimeşînin. Mirov dikare bibêje ku xwedîderketina pêngava xwerêveberiyên xweser li her çar parçeyên Kurdistanê, derveyî Kurdistanê li metropolan, xwedîderketina li ax, nasname û dîroka xwe ye. Eger em dîrokek bi rûmet, axeke pîroz û statuyeke, nasnameyek azad bi dest bixin divê hemû jinên ciwan ên şoreşger, berxwedêr, çepgir, sosyalîst ên ji xwe re dibêjin em li derveyî sîstema zilamsalariyê ne tevlî vê pêngava xwerêveberiyan bibin. Girîng e ev pêngav li her derê belav bibe, her devera Kurdistanê veguhere qadên xweser. Em bang li gelê xwe dikin ku deng bidin pêngava xweseriyê û jinên ciwan biherikin qadên berxwedanê.
AKP BI AGIR DILÎZE
AKP niha bi agir dilîze, AKP'ê jinên ciwan ên Kurdistanê nas nekiriye, vîn, hêza wan a berxwedêr nizane. Pêwîste em vê ya, çawa ku bi berxwedana Kobanê îspatî hemû cîhanê hat kirin, niha jî bi berxwedana Cizîr, Silopî, Kerboran, Nisêbîn, Sûr îspatî hemû cîhanê bikin."