Urge û Aşkan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Ji ciwanên di serdegirtina li maleke li Wanê de hatin înfazkirin, cenazeyên Umît Urge û Denîz bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Ji ciwanên di serdegirtina li maleke li Wanê de hatin înfazkirin, cenazeyên Umît Urge û Denîz bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Ji ciwanên di serdegirtina li maleke li Wanê de hatin înfazkirin, cenazeyên Umît Urge û Denîz bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Malbatan cenazeyên Umît Urge û Denîz Aştan ji morta Saziya Tipa Edlî ya li Meletiyê wergirtin û anîn Wanê. Cenazeyên ku li navçeya Westanê ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtî ve hatin pêşwazîkirin, birin Şehîdgeha Yenî Mahalle.
Di merasîma ku bi deh hezaran kes beşdar bûn de, endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Çîmen Alturk, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, Hevserokên DBP'ê yên Bajarê Wanê Caziye Dûman û Okkeş Kawa, Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Wanê Derya Hayva, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê û Hevşaredarên navçeyê, Rêxistinên HDP-DBP ên Bajar û navçeyan, Dayikên Aştiyê û Pêkhateyên KJA'yê amade bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan. Girseya gel dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe", "Şehîd Namirin" û "PKK gel e gel li vir e" qîriya.
Piştî bicihanîna wecîbeyên olî, ji bo bîranîna "Şehîdên Aştî û Azadiyê" deqeyek rêz hat girtin. Axaftina destpêkê ji aliyê Rêveberê MEYA-DER ê Wanê Îdrîs Şaybak ve hat kirin. Şaybat da xuyakirin ku gelê Kurd salên dûr û dirêj e berdêlên giran dide û got, "Lê belê ev berdêlên hatine dayîn, gelê Kurd ji têkoşînê venegertiye, berevajî bêhtir têkoşîn xurt kiriye."
EM MAFDFAR IN, EM Ê BI SER BIKEVIN
Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Wanê Caziye Dûman jî da xuyakirin ku berdêlên ji aliyê gelê Kurd ve tê dayîn gelekî giran in, lê belê bê encam nînin. Dûman diyar kir ku gelê Kurd li hemberî şerê li dij tê kirin bi rûmeta xwe li ber xwe dide û got, "Ev gel wê cangoriyên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine ji bîr neke. Em careke din ji vê derê soz didin. Em mafdfar in, em ê bi ser bikevin."
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî jî da zanîn, ku dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe re li dijî gelê Kurd dest bi şer kiriye û anî ziman ku yên ji wan heye bi kuştinê dikarin gelê Kurd biqedînin, mîna beriya niha ew jî xwe dixapînin. Geverî got, "Têkoşîna aştî û demokrasiyê di pêvajoyeke giran re derbas dibe. Lê belê divê ev yek neyê ji bîr kirin; her Kurd amade ye ki oxira têkoşîna xwe ya mafdar de canê xwe feda bike."
BILA SERÊ GELÊ KURD SAX BE
Bavê Urge Haydar urge û bavê Aşkan Cemîl Aşkan jî axivîn û gotin, "Şehîd şehîdên gelê me ne. Bila serê gelê Kurd sax be."