Topbarana li Kerboranê dewam dike: Malek şewitî

Li Kerboranê ku dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gel di roja 14. de ye, ji ber topbarana hêzên dewletê ya li hemberî taxan, malek şewitî.

Li Kerboranê ku dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gel di roja 14. de ye, ji ber topbarana hêzên dewletê ya li hemberî taxan, malek şewitî.

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, dorpêçî û terora dewleta Tirk a li hemberî gel di roja 14. de ye. Li navçeyê, ku duh êvarê ji ber gulereşandina tîmên taybet ên Tirk 2 kesên li malekê de jiyana xwe ji dest dan, tevî hemû êrîşên dijwar jî gel kolanên xwe naterikîne û li ber xwe dide.

Hêzên dewletê bi tank û topan êrîşî berxwedana gel dikin. Ji ber topbarana danê sibehê ya li Taa Safa, xaniyek şewitî û hilweşiya.