Topbaran zêde bû

Topbarana ku piştî kedkarên tenduristiyê yên dildar ên ji bo wergirtina birîndarên 13 roj in li Cizîrê li benda rakirina nexweşxaneyê ne, nêzî kolana birîndar lê ne bûn despê kir, zêde bûn.

Ji bo wergirtina 15 birîndar, 7 cenaze û 9 sivîlên bêhal ên li jêrzemînek li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, 13 roj in li benda rizgarkirinê ne, ambûlansek Şaredariya Şirnexê û 4 kedkarên tenduristiyê yên dildar  li cadeya derdikeve kolana avahiyê rawestandina xwe didomînin.

Piştî 4 kedkarên tenduristiyê yên dildar ji ambûlansê derketin û hewl dan bikevin Kolana Bostanci ya ku birîndar lê ne, hêzên dewletê ji tankan dest bi topbaranê kirin. Hat ragihandin ku li qadê topbaran zêde bûye.

Kedkarên tenduristiyê yên ji ber topbaranê nikarin bikevin kolanê jî çûn cem ambûlansê û rawestandina xwe dewam dikin.