Tevahî taxên Silopiyayê li ser piyan e

Li taxên Cûdî, Barbaros, Nûh, Yenîşehîr, Cûmhûriyet, Yeşîlyûrt, Karşiyaka û Şehîd Harûn ên Silopiyayê gel bi çalakiyên dengderxistinê ve dagirkerî û êrîşan protesto dike.

Li taxên Cûdî, Barbaros, Nûh, Yenîşehîr, Cûmhûriyet, Yeşîlyûrt, Karşiyaka û Şehîd Harûn ên Silopiyayê gel bi çalakiyên dengderxistinê ve dagirkerî û êrîşan protesto dike.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê gel daket kolanan, qedexe û dagirkeriya dewleta Tirk protesto kir. Welatiyên li taxên Cûdî, Barbaros, Nûh, Yenîşehîr, Cûmhûriyet, Yeşîlyûrt, Karşiyaka û Şehîd Harûn deng dan çalakiya dengderxistinê, li kolanan, şaneşînan û li malên xwe bi beroş, kevçî, tilîlî û fîtikan, bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Silopiya” ve tevahî dengan ditepisînin.
Êrîşên hêzên dewleta Tirk, bi tank û çekên giran ve li dijî taxên Cûdî, Barbaros, Nûh, Yenîşehîr, Cûmhûriyet, Yeşîlyûrt, Karşiyaka û Şehîd Harûn didome.