BI DÎMEN

Terora dewleta Tirk tê protestokirin

Çalakiyên ji bo şermezarkirina dewleta Tirk li gelek bajarên Ewropayê dewam dikin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina dewleta Tirk li gelek bajarên Ewropayê dewam dikin.

KOLN

Li bajarê Elmanya Kolnê, înfazkirina 12 ciwanên Kurd li Wanê, ku pêr ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat kirin, hat şermezarkirin. Bi qasî 200 kes di bin baranê de, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ber Dêra Domê li hev civiyan. Di çalakiyê de bang li dewleta Elman hat kirin ku bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê.

Kurdistanî û dostên wan ên li Koln û derdora wê, tevahiya hefteyê wê çalakiyên xwe yên bi vê armancê bidomînin. Çend ji van çalakiyan ev in:

12'ê Çileyê saet di navbera 17:00-19:00, li pêşiya Kaûfhof a Leverkûsenê çalakî

13'ê Çileyê saet di 11:00 de li ber Konsolosxaneya Tirk a li Koln Hurth'ê mîtînga protestokirina dewleta Tirk

16'ê Çileyê saet di 15:00 de li Ebertplatzê meş û mîtîng

19'ê Çileyê saet ji 10:00 heta saet 17:00 de li ber Parlamenta Northrhein Westfalya ya li Dusseldorfê kon wê were vedan.

HANNOVER

Komkujiya li Wanê, li bajarê Elmanya Hannoverê hat şermezarkirin. Di çalakiya ku Kurdistanî û dostên wan lê amade bûn de bal hat kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike. Girseya gel a li ber HBF a Hannoverê li hev civiya, dirûşmên "Kujer Erdogan", "Elmanya fînanse dike, AKP bombe dike" qîriya.

Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Dewleta Tirk li Kurdistanê zarokan, sivîlan qetil dike, Ewropa bêdeng e. Bêdengî hevkarî ye" hilgirtin. Antî-faşîstên Elman jî destek dan çalakiya Kurdan.

AÛRÎCH

Li bajarê Elmanya Aûrîchê, bi dirûşma "Dawî li terora dewletê ya linava bajarên Kurdistanê bînin" çalakiyek hat lidarxistin. Çalakiya li Martplatzê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "Merkel fînanse dike, Erdogan bombe dike", "Bijî berxwedana Bakur", "Bijî berxwedana Cizîrê", "Bijî berxwedana Sûr, Nisêbîn û Kerboranê" heta ber avahiya Şaredariyê meşiya. Li ser navê çalakgeran heyetekê dosyayek li ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê radestî Şaredar kir. Heman dosya radestî rojnameya Ostfrîsîsîsche Zeîtûng, buroya CDU û rojnameyên herêmî û partiyên siyasî yên li Oldenbûrgê hat kirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê Kurdistaniyan çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya ku bi sedan Kurdistanî lê amade bûn de, înfazên li Wanê û êrîşên li hemberî xwerêveberiyan, ku ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, hatin şermezarkirin.

Çalakgeran dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujer AKP", "Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê", "Şehîd namirin" qîriyan. Piştî çalakiya rûniştinê daxuyaniyek hat dayîn û girseya gel belav bû.

SHEFÎELD

Li bajarê Îngilîstan Shefîeldê, bi sedan Kurdistanî li meydana Azadiyê li hev civiyan û wêneyên siyasetmedarên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin vekirin. Di axaftinên li çalakiyê de, li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê agahî hatin dayîn û banga hişyariyê li raya giştî ya navneteweyî hat kirin.

Komên sosyalîst ên Îngilîz jî destek dan çalakiyê. Di daxuyaniya li ser navê komê de hat ragihandin ku ne PKK, dewleta Tirk bi xwe terorê dike û bang hat kirin ku PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin. Di çalakiyê de her wiha li ser terora dewleta Tirk belavok hatin belavkirin.

...