Terora dewleta Tirk li Mêrdînê hat şermezarkirin

Rêxistinên kedê yên li Mêrdînê, bi armanca şermezarkirina "qedexeya derketina derve" û êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Rêxistinên kedê yên li Mêrdînê, bi armanca şermezarkirina "qedexeya derketina derve" û êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Li ser navê girseya gel a li Parka Karayollari civiya, Berdevkê Demî yê Şaxê Mêrdînê yê KESK'ê Hamdûllah Yildirim daxuyaniyek da.

Yildirim diyar kir, ku piştî 7'ê Hezîranê de desthilatdariyê welat xistiye nava şer û kaoseke mezin û der barê "qedexeyên derketina derve" yên li navçeyan de got, "Ev yek bûye sedem ku bi hezaran mirov ji herêma me koç bikin, bajar hilweşin û veguherin Kobanê. Di salên 90'î de bi destê kontrayên JÎTEM û Hîzbûllah mirov dihatin qetilkirin, îro jî heman komkujî bi destê tîmên Esedûllah ên weke DAIŞ'ê ne, tên kirin."

Piştî daxuyaniyê, kedkaran bi qasî 2 saetan çalakiya rûniştinê pêk anîn û êrîş şermezar kirin.