Têkoşîna jinê û hevgiriya civakî kirine hedefa xwe

Di nava komeleyan de, ku bi biryarnameya AKP'ê hatin girtin, komeleyên ku ji bo jinan, hejaran, koçberan, girtiyan, mafê mirovan xebat dikirin, hene.

Di nav çarçoweya Rewşa Awarte de ku piştî 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê hatibû ragihandin û hatibû gotin "li dijî gel nehatiye ragihandin", li dijî hemû beşên civakê yê muxalîf operasyon hatin destpêkirin. Di vê dema Rewşa Awarte de bi hezaran mamoste ji kar hatin kirin, gelek televîzyon û radyo hatin girtin, nûçegihan hatin girtin, qeyûm anîn ser şaredariyan, herî dawî jî wekîlên ku hatibûn hilbijartin hatin girtin. Beriya bi 2 rojan jî di nav çarçoweya Rewşa Awarte de li gorî xala 11.  xebatên 370 komeleyî hatin girtin. Piştî biryarê li gelek bajaran deriyê komeleyan hatin mohkirin. Bajarên ku herî pir komele lêh atin girtin Stenbol û Amed xwiya dikin. Li Amedê nêzî 50 komeleyî hate girtin.

NE ENSAR LÊ KOMELEYA JINAN HATE GIRTIN

Li 39 bajaran di nav wan komeleyan de ku hatin girtin komeleyên ji bo zarokan, çand û huner, hevgiriya bi mirovên mexdûr re hebû. Weqfa Ensarê ku bi îstîsmarkirina zarokan gelek caran ketî rojevê nehate girtin lê belê komeleyên ku bi mebesta pêşî li îstîsmara zarokan bigire, komeleyên ku li dijî tundiya li ser jinê xebat dikirin hatin girtin. Beriya bi demeke nêz berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata hate girtin û gelek caran bi ser bînahiya KJA’yê de girtin. Ji bilî vê Komeleya Jinan a Ceren û SELÎS jî hatin girtin. Komeleya Hevgiriyê û Alîkariya bi Rojava ku ji bo mexdûrên şer û kesên ku bi zorê ji şûnwarê xwe hatî kirin xebatên alîkariyê dikir û ji bo Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Geverê kampanyaya deste biratiyê ya malbatan pêk anî, hate girtin. Beriya niha jî gelek caran bi ser komeleyê de girtin, pêşiya tirên alîkariyê girtin û dest li ser koliyên wan danîbûn.

KOMELEYA TÊKOŞÎNA DIJÎ HEJARIYÊ HATE GIRTIN

Dîsa li Amedê Komeleya Sarmaşikê ku ji bo 35 hezar malbatan alîkarî gihandî hate girtin. Mohr li deriyê Cemîyeta Rojnamevanên Azad (OGC) jî hate xistin, ku bînahiya wê li Sûrê bû. TUHAD-Der ku bi girtiyan re têkilî datanî û ji bo pêşî li binpêkirina mafan bigire têkoşîn dida hate girtin. Dîsa li Amedê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, Goç-der, MEYA-DER hatin girtin. Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ya ku li Sûrê xebat dikir hate girtin.