Tecrîd li Bîelefeldê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanya Bîelefeldê hat şermezarkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanya Bîelefeldê hat şermezarkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanya Bîelefeldê hat şermezarkirin. Meşa bi vê armancê hat lidarxistin, bi pêşengiya Ciwanên Azad pêk hat.
Bi sedan kesên beşdarî meşê bûn, belavokên bi zimanê Elmanî yên li ser tecrîdê belav kirin.
Di axaftina li ser navê Ciwanên Azad li çalakiyê hat kirin de bal hat kişandin ser asta tecrîdê û hat destnîşankirin, ku li hemberî tecrîda li ser lîderê dixwaze li Kurdistan û Rojhilata Navîn aştiyê pêk bîne, civaka Ewropayê nerazîbûnê nîşan bide. Hat ragihandin, ku gelê Kurd wê li dijî tecrîda li ser Ocalan her di nava çalakiyan de be.
Li ser navê NAV-DEM'ê Hasan Agirî peyivî û got, "Bi vê çalakiyê de em dixwazin balê bikişînin ser tecrîdê û li dijî zextan derkevin. Di heman demê de em dixwazin faşîzma AKP'ê ku di rojên dawî de sûcên li dijî mirovahiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî gelê Kurd dimeşîne, deşîfre bikin."
Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî Îsmaîl Dêrsim bal kişand ser polîtîka şer a hikûmeta AKP'ê û Erdogan û girîngiya xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine ragihandin, destnîşan kir.
Di çalakiyê de dirûşmên bi zimanê Elmanî yên "Terorîst Erdogan", "Tirkiye bombeyan dibarîne, Ewropa fînanse dike" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.