Li dijî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan tevahî gelê Kurd di nava çalakiyan de ye. Dayika Nezîre Star a ji Dakokê destnîşan kir ku ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê, ji bo hemû Kurdan şermek e.
GULAN AVRÊL
KERKÛK / ANF
duşem, 21 berfanbarê 2015, 08:37
Li dijî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan tevahî gelê Kurd di nava çalakiyan de ye. Ji 27’ê Tîrmeha sala 2011’an ve parêzer nikarin biçin girava Îmraliyê. Di heman demê de ev bû 9 meh in bi ti awayî destûr nayê dayîn ku heyet hevdîtinê pêk bîne. Li ser vê rewşê jî li her derê Kurdistanê gelê Kurd di nava çalakiyan de ye. Li Başûrê Kurdistanê jî gelê Kurd li hemberî tecrîdê helwestê nîşan dide. Dayika bi navê Nezîre Star a ji gundê Anana yê girêdayî bajarê Dakokê der barê vê rewşê de; "Bila tevahî Kurd baş bizanin ku eyba herî mezin ew e ku niha Rêbertiya me di girava Îmraliyê de ye."
'JIYAN Û HEBÛNA ME GIRÊDAYÎ RÊBERÊ ME YE'
Dayika Nezîre Star di gotinên xwe de herî zêde bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li pêşberî vê rewşê û got; "Jiyan û hebûna me girêdayî Rêberê me ye. Ji bo vê pêwîste em bêdeng nemînin. Em li hember Erdogan ê ku bi ti awayî para xwe ji mirovahiyê negirtiye, bê şeref û bê rûmet e, dîktatortiya xwe li ser gelê Kurd dide meşandin bêdeng nemînin. Em ti carî ji bîrnekin ku yê me rizgar bike û yê ku me diparêze Rêber APO ye. Gava êrîşên DAIŞ li herêma me pêk hat hêzên ku hawara me hatin ji bo parastinê hêzên Rêber APO bûn. Rêber APO talîmat da. Em baş dizanin ku Rêber APO ne bûya niha rewşa me jî weke Şengalê bû."
'EM JI BÎR NEKIN; RÊBER APO DILSOZÊ GELÊ KURD Û YÊ MIROVAHIYÊ YE'
Dayika Nezîre di axaftina xwe de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ev gotin bilêv kir; "Bir astî jî Rêber APO mirovek gelek dilsoz e. Ji bo vê pêwîste em ji bîrnekin ku Rêber APO dilsozê gelê Kurd û yê mirovahiyê ye. Ev neh meh in bi Rêberê me re bi ti awayî hevdîtin pêk nehatiye. Di heman demê de em neyarên xwe jî baş nas bikin. Niha dewleta Tirk û hikûmeta AKP neyarê gelê Kurd e. Wekî din, hin alî hene ku ji bo pênc quruşa xwe difiroşin. Ez ji wan re dibêjim hûn mirovên lenetbûyîne, pere ne tiştek e ya girîng ew e ku mirov serbilind be. Mirov çawa xwe difiroşe neyarê xwe."
Dayika Nezîre di dawiya gotinên xwe de ji bo ew kesên ku xwe ji bo çend quruşên pere difiroşin û got; "Hûn bi neyarên xwe re yên ku her roj li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd dikuje dibin yek ji bo çend quruşên pere. Ev rewşek gelek eybe. Çi heyf û mixabine ku mirov bikeve rewşeke bê rûmet bûyînê de."