Taziyeya şehîd Ronî Çiya Alîdaş bi girseyî hate ziyaretkirin

Ji bo gerîlayê HPG'ê Ahmet Tûrkan Kaya (Ronî Çiya Alîdaş) ku sala 2022'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li nvaçeya Rêzan a Amedê taziye hate danîn.

Ji bo Ahmet Fûrkan Kaya (Ronî Çiya Alîdaş) ê ku di 5’ê Mijdara 2022’yan de li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Rezan a Amedê li Mala Şînê ya Bingolluler şîn hat danîn. Şîna ku hatibû danîn bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) hat ziyaretkirin.

Di serdana şînê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Rêvebirê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç di şînê de axîvî û got gelê Kurd ji bo aştiyê berdêlên mezin dane û werin em bi hev re aştiyê pêk bînin.