Tahîr Elçî li ser gora xwe hate bîranîn
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çar Ling a li navçeya Sûr a Amedê hate qetilkirin, di salvegera 10'emîn a mirina xwe de li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê li ser gora xwe hate bîranîn.
Serokên gelek baroyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî bîranînê bûn.
Di bîranînê de dua hate kirin û girseya gel qurnefîl danîn ser gora Tahîr Elçî.