Sûr dilê Amedê ye!
Gel ji bo protestokirina êrîşên ev 16 roj in li Sûrê didome, li navçeyên Kayapinar, Yenîşehîr û Baglarê meş li dar xist.
Gel ji bo protestokirina êrîşên ev 16 roj in li Sûrê didome, li navçeyên Kayapinar, Yenîşehîr û Baglarê meş li dar xist.
Bi sedan kesî li navçeya Yenîşehîr, dorpêça li ser Sûrê protesto kirin,li pêşiya plaza AZE kom bûn. Girseya ku di nav de Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel jî cih digirt, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin dorpêçkirin. Girse nêzî saetekê hat rawestandin û piştre ber bi kolana Sanatê ve meşiya.
Li kolana Sanatê Çaglar Demîrel xîtabî girseyê kir û wiha got: “ Li Sûrê ev 16 roj in, gel di nava dorpêçekê de dijî. Di vê dorpêçê de mirov dibin hedefa top û guleyan. Tê bîra we di 28’ê Sibatê de tank tinê li ser cadeyan, kolanan digeriyan, ev bibû sedema bertekan. Îro li Sûrê, Silopiyayê, Cizîrê û Kerboranê tank û top li cadeyan digerin û dikevin malên mirovan.”
Demîrel diyar kir ku hikumeta AKP’ê li Sûrê, Silopiyayê, Cîzîr û Kerboranê wek xaka dijmin êrîşan pêk tîne û got: “ Deriyê Parlamenterên me dişkînin û bi zorê dikevin malên wan. Ez bang li Efkan Ala dikim; dest ji ziman dirêjiya li hember parlementerên me berde, bê ku dem derbas bibe, tank û topên xwe ji kolanên me derxin. Her çiqas hûn êrîş bikin jî em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em wek hilbijartiyên vî gelî, çi dibe bila bibe em ê li cem gelê xwe cih bigirin.”
Demîrel got: “ Sûr dilê Amedê ye”, bang li gelê Amedê kir ku xwedî li berxwedana Sûrê derkevin.
Piştî daxuyaniyê, bi çalakiya rûniştinê ve çalakî bi dawî bû.