Şoreşa Rojava encama berxwedana 14'ê Tîrmehê ye
Şervanên YPG'ê bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, berxwedana wan a bi ruhê 14'ê Tîrmehê hê dewam dike. Şervanan gotin, şoreşa Rojava jî li ser vê bingehê pêk hatiye.
Şervanên YPG'ê bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, berxwedana wan a bi ruhê 14'ê Tîrmehê hê dewam dike. Şervanan gotin, şoreşa Rojava jî li ser vê bingehê pêk hatiye.
Şervanên YPG'ê bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, berxwedana wan a bi ruhê 14'ê Tîrmehê hê dewam dike. Şervanan gotin, şoreşa Rojava jî li ser vê bingehê pêk hatiye.
ŞOREŞA ROJAVA SERKETINA MIROVÊN DI JIYANA AZAD DE ISRAR DIKIN E
Şervanê YPG'ê Xemgîn Amanos, bi bîranîna Kemal Pîr û hevrêyên wî dest bi axaftina xwe kir û û anî ziman, bi darbeya 12'ê Îlona 1980'î re hat xwestin, di şexsê Bakurê Kurdistanê vîna tevahiya gelê Kurd bê şikandin.
Xemgîn Amanos da xuyakirin, bi meşaleya azadiyê ya Mazlûm Dogan pê xist, berxwedana zîndanê destpê kir û destnîşan kir, ew şopdarên Mazlûm Dogan, Çaran, Kemal û Xeyriyan e. Amanos ragihand, di roja îro de bi mîlyonan mirov li ser şopa van şoreşgeran e.
Xemgîn Amanos got, "Berxwedana zîndanan a wê çaxê, şerê xwedîderketina li gelê xwe û dane qebûlkirina hebûna gel bû" û bibîr xist, ku di demeke xiyanet û berxwedanê de, berxwedan bi ser ketiye.
Xemgîn Amanos diyar kir, yên di berxwedana li zîndanan de canê xwe feda kirin, jiyanên nû afirandin û destnîşan kir, ku yek ji van jiyanên nû jî bi berxwedana Kobanê afirî.
Amanos da zanîn, kesên di jiyanê de israr kirin bi ser ketin û anî ziman, ku wan jî ala van pêşengên şoreşger dewr girtine û ji bo hê bilindtir bikin têdikoşin.
Xemgîn Amanos di dawiya axaftina xwe de got, "Ji bo em berxwedana wan bidomînin, em ê heta dawiyê ji bo azadî, edalet û wekheviyê şer bikin."
EM PÊŞENGIYÊ JI ŞOREŞA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK RE DIKIN
Armanc Qeremox jî Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li gelan pîroz kir û diyar kir, Şoerşa Rojava li ser bingeha azadî, edalet û wekheviyê hemû gel û bawerî li hev civandiye.
Qeremox da zanîn, Şoreşa Rojava û şervanên YPG/YPJ'ê pêşengiyê ji şoreşa Sûriyeya Demokratîk re dikin, hemû planên tesfiye û fetisandina şoreşa Rojava pûç dikin û got, tevî hemû êrîşan jî şopreşa wan bi berxwedanê mezintir dibe, ne tenê ji bo Kurdan veguheriye şoreşa Ereban, Suryaniyan, Tirkmenan û hemû gelên cîhanê.
Armanc Qeremox diyar kir, şoreşa Rojava sînorê Rojava jî derbas kiriye û veguheriye şoreşeke ku bandorê li hemû cîhanê dike. Qeremox bibîr xist, ku şoreşgerên ji gelên cuda yên cîhanê, ji bo destekê bidin şoreşa Rojava, cihê xwe di nava refên YPG/YPJ'ê de digirin û hewl didin tevkariyê li vî şerê mirovahiyê bikin.
Şervanê YPG'ê Armanc Qeremox herî dawî ragihand, ku ji bo parastina şoreşa Rojava ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û bang li ciwanên Kurd û hemû gelên cîhanê kir, ji bo xwedî li şoreşa Rojava derkevin.