Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi wesîleya salvegera çaremîn li ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava axivîn û gotin, "Em îro bi ruhê serketina şoreşa Rojava şer dkin. Wê têkoşîna gelê me bi ser bikeve."
ZENDA DÎROK/SOZDA XEBAT
BEHDÎNAN/ANF
sêşem, 19 tîrmehê 2016, 11:05
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi wesîleya salvegera çaremîn li ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava axivîn û gotin, "Em îro bi ruhê serketina şoreşa Rojava şer dkin. Wê têkoşîna gelê me bi ser bikeve."
Di 19’e Tîrmeha 2012’an de şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hat, li hember netewe-dewletê destpê kir û ji aliyê şervanên YPG û YPJ ve bi rengekî serketî hat meşandin, ku îro ketiye sala pêncan. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li tevahiya cîhanê deng veda. Di vê şoreşê de, bi taybetî di şexsê YPJ'ê de vîna şerker a jina Kurd xwe derket asta herî bilind.
AMARA HEYDER: ŞOREŞA ROJAVA KEDA SEROK APO YE
Gerîlaya YJA-Star Amara Heyder ev nirxandin kir: "Şoreşa Rojava îro sala xwe ya çaran bi dawî dike û dikeve sala pêncan. Ez destpêkê bejna xwe li ber şehîdên şoreşê ditewînim. Vîna gelê Kurd di vê şoreşê de xurt derket holê. Gelê Kurd ne ji bo pergalê ne jî ji bo artêşên din, ji bo rûmeta xwe şer kir û meşiya. Vê şoreşê ne tenê gelê Kurd, hemû gelên herêmê di nava xwe de hewand û bû çavkaniya gelan. Ev îrade jî bê guman encama keda Serok APO bû. Her çiqas dijminên mirovahiyê bi caran êrîş li ser Rojava pêk anîbin jî ruhê Arînan, Gelhatan ev êrîş şikandin. Bi pêşengtiya YPG û YPJ ev ruh mezintir bû. Taybet di vê şoreşê de YPJ wek yekîneyên jin roleke mezin leyîst û hêza jina Kurd derxist ber çavan. Jina Kurd xwe teslîm nekir heya dawiyê şer kir. Gelê me ne serê xwe ne ji rejîmê re û ne jî ji DAIŞ’ê re tewand. Bêguman ev ji keda Arîn û Gelhata bû. Heta roja îro jî berdewam dike. Gelê me jî fêm kir ku ji bo çi şer dike. Roja Serokatî gava xwe avêt Rojava wê rojê şoreşa mirovahiyê pêk hat. Destpêkê Kurdan ji bo gelê xwe şer kirin li Kobanê, Cizîr û Efrînê. Lê belê ji bo Ereban, Suryanan jî biparêzin şer berdewam bû û bi ser ket. Ji bo ku gelê din jî rizgar bikin li ber xwe dan. Şoreşa Rojava kesayetên weke Ebû Leyla bi xwe re afirand. Mirov dikare Ebû Leyla ji xwe re mînak bigre. Mirov mêze dike qasî erk dikeve ser milê wî pêk tîne. Şoreş bi xwe re zanistiya gel çawa dikarin xwe li hemberî dagirkeran biparêzin ava kir. Em soz didin şehîdan û hemû gelên xwe ku di rastiya felsefa Rêber APO de ji bo azadiyê têbikoşin."
ÇIYAGER BOTAN: BERXWEDANA KURDAN WÊ FAŞÎZMÊ BIQEDÎNE
Gerîlayê HPG’ê Çiyager Botan jî axaftina xwe bibîranîna cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Botan, da zanîn şoreşa rojava bû îlhama hemû gelan û wiha dewam kir; "19’ê Tîrmehê mîrateya têkoşîna bi sala ye. Gelê Kurd di her demên zehmet de serî rakirî û li ber xwe daye. Gelê me li Rojava xwe bi rêxistin kir û ev bi awayekî şênber derket holê. Li hember zihniyeta kapîtalîst a kujer û netewe-dewlet sekinî. Ev sekin bû modela serîrakirina hemû gelan. Ev tenê ne ji bo Rojavayê Kurdistanê, di heman demê de ji bo gelê Sûrî jî mînakeke. Gelê Kurd bi vî serî rakirinê xwest bi vîna xwe ziman û çanda xwe bijî. Şerê li Kobanê bi hemû cîhanê weke kela berxwedanê hate naskirin. Hemû saziyên dewletê hatin girtin. Nehiştin dewlet li wir nefes bigre. Ev ruhê berxwedanê kete bajarên din jî dewlet nikaribû li hember vîna gelê me bisekine. Ev êrîşên dewletê hemû li bin ketin. Ev jî dide xuya kirin ku gelê Kurd, Ereb, Ermenî û Asûriya bi yekîtiya xwe bi rêxistin bûna xwe bi ser ketin. Berdelê azadiyê giran e lê bele, bi wate ne. Em jî dizanin azadî bê bredel nabe."
Botan di dawiya axaftina xwe de got, "Em ê jî ji bo zarokên Kurdan bi ziman û çanda xwe bijîn canê xwe bidin. Ev hêz ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan e. Li Bakurê Kurdistanê jî gel hêza xwe rêxistin kir û xweseriya demokratik îlan kir. Dewlata Tirk li hember vê êrîş bir ser Kurdan, ciwan û sivil qetil kirin, lê nikarî vîna gel têk bibe. Berxwedana Cizîr û Sûrê weke ruhê Kobanê bû. Ev berxwedan hêz û bawerî dide gel. Bandorekê çê dike. Gel bi hêza xwe dibîne ku dikare azad bibe. Tê xuya kirin ku dawiya faşîzme tê. Ev jî bi berxwedana gelan çêdibe."
VIYAN HESEKÊ: ŞOREŞ NAVÊ VEJÎNÊ YE
Gerîlaya YJA-Star Viyan Hesekê diyar kir ku şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd ji nû ve dayikbûn e û axaftina xwe dewam kir: "Ev şoreş pêl pêl mezin dibe. Cihên dewlet tê de tên derxistin û çete têne tine kirin. Cihên ku êrîş li ser gelan pêk tên şervanên YPG-YPJ’ê diparastin. Ev şoreş ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan bû û serketî bû. Suryan, Ereb, Ermeni jî hatin parastin. Ji bo ku her der were rizgar kirin şervanan berxwedanek bêhempa afirandin. Îro jî têkoşîna şervanan di bin pêşengtiya QSD’ê de berdewam dike. Ev hemû ked û xwêdana hate rijandin bi saya şehîdan û ya Serokatî bû. Li wir heft heya heftê saliyan li ber xwe dan. Em ê jî doza wan heya dawî berdewam bikin."
BIRÛSK QELQELÎ: ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA GELAN E
Gerîlayê HPG’ê Birûsk Qelqelî, bal kişand ser encamên şoreşa rojava derxistiye holê û got, "Ev şoreş di encama hevgirtina her çar perçeyên Kurdistinê de pêk hat. Ciwanên Kurd ji her çar aliyê welat herikîn nav vê şoreşê. Her wiha ez dikarim bêjim şoreşeke enternasyonalîst e. Ji ber ku ciwan li çar aliyê cîhanê beşdarî vê şoreşê bû. Kedek mirovahî ya mezin hate dayîn û berdelê wê jî pir giran bû. Di serî de gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û hemû gelan xwe kir sîper li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê. Di serî de Serokatiya me bi salan ji bo vê ked da. Ev jî berhemên keda Serok APO ye. Ev şoreş rûmeta gelê Kurd e. Ji ber ku gelê Kurd bi salan êş kişand û heya roja îro jî wisa bû. Îro gelê me çiqas yekîtiya xwe ya siyasî, rêxistinî û civakî bike yek wê bi serbikeve. Ev rastî me hemûyan di şoreşa Rojava de dît. Gelê Kurd li hember dagirkeran rabû. Serî hilda li Rojava bi ser ket. Îro rojava roja azadiyê ye roja rizgariyê ye û roja têk çûyina DAIŞ'ê ye. Em ê heta dawiyê di xeta şehîdan de bimeşin û weke hêzên parastina gel li ber xwe bidin."
HÊVÎDAR ÊRÎŞ: EM Ê BI HEMAN RUHÎ ŞER BIKIN
Gerîlaya YJA-Star Hêvîdar Êrîş jî wiha dest bi axaftina xwe kir; "Di destpêkê de şehîdên şoreşê bibîrtînim û bejna xwe li ber keda wan a bi rûmet ditewînim. Şoreşa rojava îradeya jinê ava kir. Têkoşîna jina Kurd di şoreşa Rojava de asta pêşengtiyê de ye. Ev têkoşîn di bingeha 40 salî de hate avakirin. Jina Kurd bi saya keda Rêber APO îro bûye pêşenga şoreşa Kurdistanê. Ev jî pir bi rihetî nehate avakirin. Bi hezaran berdêl hatin dayîn. Bingeha vê şoreşê û berxwedana jina Kurd di bin pêşengtiya Sakîne Cansızan de li zîndana Amedê hate avakirin. Ruhê 14'ê Tîrmehê mora xwe li şoreşa 19'ê Tîrmehê xistiye. Vê bandoreke pir mezin li hemû cihanê kir. Ev jî bi me jî serbilindiyeke mezin e. Mirov di wan de hêzek dît. Di Kobanê de tişta balkêş jinên di kozikan de şer dikirin bû. Ev berxwedana ku li Cizîr, Sûr çêbû berdewama Rojava bû. Em ê jî weke gerîlayan heya azadiya Serokatiya xwe têbikoşin. Em ê azadiya Kurdistanê misoger bikin. Em ê bi heman ruhî şer bikin."