Şirnexê ji bo Silopiya û Cizîrê kolan lerizand
Gelê Şirnexê li dijî êrîşên li hember qadên xwerêveberiyê bi rojan e li ser piyan e, îşev jî ji 7’an heta 70 saliyan her kes daketin kolanan, meş û çalakiyên dengderxistinê li dar xistin.
Gelê Şirnexê li dijî êrîşên li hember qadên xwerêveberiyê bi rojan e li ser piyan e, îşev jî ji 7’an heta 70 saliyan her kes daketin kolanan, meş û çalakiyên dengderxistinê li dar xistin.
Gelê Şirnexê li dijî êrîşên li hember qadên xwerêveberiyê bi rojan e li ser piyan e, îşev jî ji 7’an heta 70 saliyan her kes daketin kolanan, meş û çalakiyên dengderxistinê li dar xistin. Di çalakiyan de ji bo meşa ji Şirnexê ber bi Cizîrê wê were lidarxistin jî banga tevlîbûnê hat kirin.
Gelê Şirnexê di serî de ji bo Cizîr û Silopiya li dijî êrîş û qedexeyên kolanan ên li ser qadên xwerêveberiyê bi rojan e li ser piyan e, îşev jî herîkîn kolanan, meş û çalakiyên dengderxistinê li dar xistin. Bi hezaran kesên ku li taxên Cûmhûriyet, Dîcle, Yeşîlyurt, Yenîmahalle û Bahçelîevler hatin cem hev bi tawe û beroşan ve çalakiya dengderxistinê pêk anîn û meşiyan. Di meşê de fîşekên hewayî avêtin, dirûşmên “Bijî Berxwedana Silopiya” û “Bijî Berxwedana Cizîrê” qîr kirin. Eleqeyek mezin a jin û zarokan ji çalakiyê re hebû.
Hêjayî gotinê ye ku komek jinan ji milekî ji bo barîqatan kîsên kûmê dikişandin ji milekî din jî bi tîlîliyan ve piştgirî didan çalakiya dengderxistinê
JI BO ÇALAKIYA SIBEHÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ
Di tevahî meşê de belavokên banga tevlîbûnê ji bo meşa wê sibê saet 09.00’an li Şirnexê bê lidarxistin dike, hati belavkirin. Meş û çalakiyên dengderxistinê yên li 5 taxan bi sirûdên berxwedanê ve bi dawî bûn.