Şirnex ji aliyê hêzên dewletê ve dorpêçkirî ye

Şirnexê, ku wê cenazeyên 12 kesên li Cizîr, Silopiya û navenda Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin werin veşartin, ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin. Bi biryara Walîtiyê re ketin û derketina bajêr hat qedexekirin.

Cenazeyên 12 kesên li Cizîr, Silopiya û navenda Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, wê li Goristana Nalaro ya li navenda Şirnexê bi merasîmeke girseyî werin veşartin. Beriya merasîmê, ketin û derketina bajêr ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin.

Polîs, leşker û cerdevan pêşî li mirovên dixwazin xwe bigihînin navenda Şirnexê dibirin û bi 'biryara' Walîtiyê re nahêlin kes bikevin nava bajêr.

Cenazeyên Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir, Çetîn Taşar, Cebraîl Mûngan, Mehmet Tangût, Osman Telkîn, Mûrat Egul, M. Şukru Coşkûn, Mûrat Ekîncî, Ahmet Zirig, Hakan Şengul wên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve di nava 29 rojan de hatin qetilkirin, wê di saetên pêş de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê werin wergirtin û li Goristana Nalaro bên veşartin.