Sibehê Amed ber bi Sûrê dimeşe

Rêxistinên DBP’ê û HDP’ê yên Bajarê Amedê dan xuyakirin ku wê sibehê li hember pêkanînên rêveberiya awarte û êrîşan, meşê li dar bixin, ji bo meşê banga tevlîbûnê li her kesî kirin.

Rêxistinên DBP’ê û HDP’ê yên Bajarê Amedê dan xuyakirin ku wê sibehê li hember pêkanînên rêveberiya awarte û êrîşan, meşê li dar bixin, ji bo meşê banga tevlîbûnê li her kesî kirin.

Rêxistinên DBP-HDP’ê yên Bajarê Amedê ji bo qedexeyên kolanan ên li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopiya û Kerboranê û êrîşan wê sibehê meşekê li dar bixin. Welatiyên ji şkandina qedexe û dorpêçê wê sibehê li navçeyên Kayapinar, Baglar û Yenîşehîrê kom bibin, piştî li Semta Ofîsê ya Yenîşehîrê hatin cem hev, wê ji wir ber bi Sûrê dest bi meşê bikin.

DTK, KJA, DEM-GENÇ û rêxistinên civaka sivîl wê tevlî meşê bibin.

Komên wê sibehê saet 11.00’an li navçeya Yenîşehîrê li pêşiya AZC Plaza, li navçeya Kayapinarê li Parka Rojava, li navçeya Baglarê li pêşiya avahiya navçeya DBP’ê kom bibin, bi meşê wê li Semta Ofîsê kom bibin. Girseya ku li vir kom bibe wê ber bi Sûrê meşê li dar bixe.