Seydayên li Wanê li dijî komkujiyan di greva birçîbûnê de ne bang kirin
Endamên VADAY-DER'ê yên li dijî dorpêçî û komkujiyên ji aliyê polîsan ve tên kirin bi rojan e di greva birçîbûnê de ne, anîn ziman ku dijderketina li zilmê pîvaneke Îslamê ye û bang li tevahiya alema Misilman kirin, ku li dijî vê wehşetê derkevin.
OKTAY CANDEMÎR
WAN / ANF
sêşem, 2 reşemiyê 2016, 07:16
Endamên Komeleya Piştgiriya bi Meleyên li Wanê re (VADAY-DER) ên bi rojan e li idjî dorpêçî û komkujiyên li aliyê polîsan ve tên kirin di greva birçîbûnê de ne, anîn ziman ku dijderketina li zilmê pîvaneke Îslamê ye û bang li tevahiya alema Misilman kirin, ku li dijî vê wehşetê derkevin.
Nerazîbûna li dorpêçî û komkujiyên bi mehan e li Kurdistanê didomin, roj bi roj zêde dibe. Li Wanê piştî greva birçîbûnê ya kedkaran, alimên olî jî di grevê de ne. Alimên bi rojan e li avahiya VADAY-DER'ê di greva birçîbûnê de ne û dixwazin maseya aştiyê ji nû ve bê avakirin, dan xuyakirin ku bi greva birçîbûnê re ew ji bo aştî û biratiyê dua dikin.
MISILMAN DIKARIN LI DIJÎ ZILM Û NEHEQIYÊ ROJIYÊ BIGIRIN
Serokê VADAY-DER'ê Hafît Keskîn bibîr xist ku Nûh Pêxember di dema tofana Nûhê de, Zekeriya Pêxember jî li dijî îftirayê ketine greva birçîbûnê û got, "Rojî ne bi tenê di meha Remezanê de tê girtin. Mirov li dijî zilm û neheqiyê jî dikarin rojiyê bigirin. Ya ku em dikin ev e. Bi vî rengî em dixwazin nerazîbûna xwe nîşan bidin. Ji bo mirovên me nemirin, ji bo aştî were em ketin greva birçîbûnê. Rojiya Remezanê ferz e, lê ji bilî wê jî rojî dikare were girtin. Em jî ji ber sedemên însanî û Îslamî ketin greva birçîbûnê."
'EM NEÇAR IN QURANÊ BI AWAYEKÎ RAST JI GEL RE VEBÊJIN'
Ji alimên olî Ebdullah Adli jî anî ziman ku di demên karesatê de Misilman rojiyê digirin û ji Xwedê dixwazin belayê ji ser serê wan biavêje. Adli ragihand, gelên Tirkiyeyê jî felaketeke mezin a şer dijî, êşên mezin dikişîne û got, "Weke mirovên oldar, em berpirsyar in Quranê bi awayekî rast ji civakê re vebêjin. Li dijî yên îro navê Îslamê bi kar tînin û komujiyan dikin, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me. Em mecbûr in Îslama heqîqî vebêjin. Ji ber vê yekê ez ketim greva birçîbûnê. Bi hevalê xwe re, heta ev zilm û şer bi dawî bibe, çalakiya me wê bidome. Ev wezîfeya her Misilmanî ye û divê her kes bikeve bin vî barî."