Şêxo: Bi kooperatîfan re em cudahiya navbera dewlemend-xizanan ji holê radikin
Ji rêveberên Geşkirina Aboriya Civakî ya Dirbêsiyê Xalid Şêxo got, "Bi kooperatîfan re em dixwazin tovên nifaqê yên hêzên hundir û derve dixwazin têxin nava gelan, pûç bikin."
ARAFAT DAYAN/MAHÎR YILMAZKAYA
DIRBÊSIYÊ/ANF
sêşem, 12 rêbendanê 2016, 09:44
Li Rojavayê Kurdistanê, bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re ne tenê li qada leşkerî, li hemû qadên jiyanê pêşketin hene. Yek ji van qadan jî çandinî û aborî ye.
Saziyên rêveberiya xweser bi birêxistinkirina xebatên mîna komun û kooperatîfan re, cudahiya navbera dewlemend û xizanan ji holê radikin. Saziya Geşkirina Aboriya Civakî, ku yek ji saziyên rêveberiya xweser e, hem ji aliyê bazirganiyê ve hem jî ji aliyê çandiniyê ve dixebite.
Li navenda Geşkirina Aboriya Civakî ya li bajarê Dirbêsiyê yê li Kantona Cizîrê, yek ji rêveberên saziyê Xalid Şêxo ji ANF'ê re axivî û li ser xebatên xwe agahî da.
Şêxo got, "Her çend xebatên me yên kooperatîfê di asta em dixwazin de nameşin jî, em dest ji meşandina karê xwe bernadin. Me bi 1. Konferansa Aboriyê û pêngava 'Êdî bese koçbertî' re lez dan xebatên xwe" û destnîşan kir ku di sala 2015'an de ji aliyê aboriyê ve wan li qada çandiniyê encamên erênî û balkêş bi dest xistine.
Şêxo da zanîn ku kooperatîfên bazirganî û çandiniyê yên Dirbêsiyê xwedî 300 endaman e û got, "Bi kooperatîfan re em dixwazin tovên nifaqê yên hêzên hundir û derve dixwazin têxin nava gelan, pûç bikin. Bi pêşvebirina karê kooperatîfê re em dikarin bêjin ku ev plan hatine bi giranî hatine pûçkirin.
Weke 300 endamên kooperatîfê yên ji gel û baweriyên cuda me dest dan hev û gelek herêm ji karê çandiniyê re vekir. Bi pêşvebirina kooperatîfan re me cudahiya navbera dewlemend-xizanan ji holê rakir. Armanc û girîngiya esasî ya kooperatîfan jî ji xwe ev e."
Şêxo anî ziman ku di nava van kooperatîfan de mirovên ji gel û baweriyên cuda, mirovên xwedî erd û yên erdê xwe nînin, dewlemend, xizan her kes cih digirin û got, "Beşdariya li nava kooperatîfên bazirganiyê, bi 15 hezar lîreyê Sûriyeyê ye. Lê belê yên ku qet hatineyeke xwe nîne û nikare vê berdêla beşdariyê bidin, me ew jî yekser tevlî kooperatîfan kirin.
Bi vî pereyê berdêla beşdariyê re me xebatên xurtkirina karê kooperatîfê meşandin û mora xwe danîn binê gelek projeyan. Yek ji van projeyên me; navenda hilberîna avê ye. Navê marka ava li vê derê wê bibe 'ROJ AV'.
Ji bo vê navenda hilberîna avê, makîneyên ji teknolojiya herî nûjen hatine kirîn. Em dixwazin rojane 100.000 metre kup avê hilberînin. Her wiha wê li vir pet şûşe jî bên çêkirin. Li gorî texmînên me wê 150 mîlyon lîreyê Sûriyeyê mehane ji vî karî bi dest bikeve.
Bi vê hatineyê re, serê her endameke/î me yên kooperatîfê wê 840 hezar lîreyên Sûriyeyê qezenc bikin."
'EM DIXWAZIN PÊŞÎ LI BÊKARIYÊ BIGIRIN'
Şêxo diyar kir ku bi vê navendê re ew dixwazin pêşî li bêkariyê bigirin û got, "Yên dixwazin bibin endamê kooperatîfên me yên çandinî û bazirganiyê, li gorî hatineyên xwe dikarin tevkariyê bikin û bibin endam. Yên ku derfetên xwe yên madî nînin, bi nêzîkatiyeke pozîtîf em wan dikin endam."
Şêxo da xuyakirin ku nifûsa Dirbêsiyê û gundên wê bi qasî 100 hezar e û anî ziman ku beşeke ji vê nifûsê di nava kooperatîfan de cih digire.
Şêxo got, "Li Dirbêsiyê xebatên me yên kooperatîfan roj bi roj digihêje asta em dixwazin" û da zanîn, ku berhemên bên hilberîn wê bi gel re werin parvekirin û bi vî rengî dixwazin pêşî li koçberiyê bigirin. Şêxo ragihand ku heta niha 39.611 donim erd hatiye çandin.
Şêxo diyar kir ku li gundên Jîdede û Fewîra komun hatine avakirin û anî ziman ku li van her du gundan erdê ji 6 hezar 500 donim hatiye çandin.
Şêxo ragihand ku li van gundan sindoqa komunê hatiye avakirin û ji sedî 70 ê qezenca ji vê hilberînê wê li vê sindoqa komunê were bi cih kirin û got, "Armanca me ya bingehîn, alîkariya ji bo mirovan e. Em dixwazin jiyana mirovan hêsan bikin û yên ku rewşa xwe ya madî nebaş e, hîn bêhtir alîkariyê bidin wan.