Şervanên Xezeba Firatê, 2 gund û 3 gundik rizgar kirin

Şervanên operasyona Pêngava Xezeba Firatê 2 gund û 3 gundikên din jî, ji çeteyan rizgarkirin.

Hat raghandin ku şervanên operasyona Pêngava Xezeba Firatê li eniya Eyn Îsayê li ser her 2 baskan 3 km pêşveçûn, 2 gund û 3 gundikên ku 7 km dikevin Başûrûrojhilatê Eyn Îsayê ji çeteyên DAIŞ`ê paqij kirin.

Di vê navberê de şervanên operasyona Pêngava Xezeba Firatê li herêmê dest bi lêgerînê kirine.

Ji gund û gundikên ku hatine rizgarkirin, tenê navê mezreyeya Jadou Alamaara hate naskirin.

Di dema pêşveçûyîna şervanan ber bi gundikê Jadou Alamaara ve, çeteyên DAIŞ`ê bi wesayîtekî bombebarkirî xwestin pêşveçûyîna şervanan rawestîne. Lê şervanan beriya ku wesayît bigihêje armanca xwe ji dûr ve hate rûxandin.

Pêngava rizgarkirina bajarê Reqqayê dewam dike.