Şervanê QSD’ê Elewî

Ibrahîm Elewî, şervanê QSD’ê ku di pêngava rizgarkirina Minbicê de jiyan xwe ji dest dayî ji hêla sedan kesî ve ber bi rêwitiya dawî ve hate birêkirin.

Bi sedan kesên ku ji Girê Spî û gundên wê hatin, ji bo şervanê QSD’ê Ibrahîm Elewî ku di ‘’Operasyona Fermandar Ebû Leyla’’ ya bi mebesta rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dayî, ber bi rêwitiya dawî ve bi rê bikin, li cem nexweşxaneya Wetanî hatin gel hev.

Gel, piştî ku ji nexweşxaneyê rahişte cenaze, konvoya cenaze ku bi wêneyên şervan û alayên YPG/YPJ’ê û QSD’ê hatibû xemilandin ber bi gunê Cendawî ya 19 km li rojhilatê Girê Spî bi rê ket. Piştî ku konvoya cenaze gihişte gundê Cendawî yê ku mala Ibrahîm Elewî lê bû, merasîmek hate lidarxistin.

Piştî ku merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Hevserokê Reveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Heman El-Ebd serxweşî da malbata Şehîd Ibrahîm. Hemdan El-Ebd got, ‘’Şehîd rêya me ronî dikin. Divê em li xwîna wan û keda wan xwedî derbikevin û di rêya wan a azadiyê de bimeşin.’’

Hemdan El-Eb serkeftinên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li malbatên şehîdan û hemû gelê Sûriyê pîroz kir.

Endamê Malbatên Şehîdan a Girê Spî, Hêza Hesen agahiyên nasnameya Ibrahîm Elewî xwend û belgeya şehadetê da.

Nas û xizmên şehîd, darbest li ser milê xwe kirin û ber bi goristana Cendawî ve, ji bo rêwitiya dawî bi rê kirin.

Şervanê QSD’ê Ibrahîm Elewî ku di sala 1985’an de li gunê Cendawî ji diya xwe bûbû, 15’ê Tîrmehê di operasyona rizgarkirina Minbicê de şehîd ket.