Sersaxiya 12 kesên hatin qetilkirin rastî eleqeyek mezin tê

Mala Sersaxiyê ya ji bo 12 welatiyên li Cizîr, Silopiya û Şirnexê hatibûn qetilkirin û duh hatibûn defnkirin bi girseyî tên ziyaretkirin.

Mala Sersaxiyê ya ji bo 12 welatiyên li Cizîr, Silopiya û Şirnexê hatibûn qetilkirin û duh hatibûn defnkirin bi girseyî tên ziyaretkirin.

Mala Sersaxiyê ya ji bo 12 welatiyên ku di êrîşên dewletê yên li Cizîr, Silopî û Şirnexê hatibûn qetilkirin û duh hatibûn definkirin bi girseyî hatin ziyaretkirin. Mala sersaxiyê ya li taxa Bahçelîevlerê li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 siyasetemedaên jinên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir, posterên Çetin Taşar, Cebrail Mungan, Mehmet Tangut, Osman Telkin, Murat Egul, M. Şukru Coşkun, Murat Ekinci, Ahmet Zırıg û Hakan Şengul hatin daliqandin. Li cem welatiyên Şirnexê, bi sedan kesên ji gundên derdorê hatin sersaxiyê. 

Di axaftinên ku li sersaxiyê de tên kirin de polîtîkayên qirkirinê yên dewletê tên şermezarkirin.