Serhat: Civak bêyî xweparastinê nikare bijî

Endamê Fermandariya Akademiyên Apollo ya HPG'ê Medet Serhat da xuyakirin, ku xwerêveberî vîna civakê ye, sîstema xweparastinê ya civakan e û destnîşan kir, ku berxwedanên heyî pêşî li qirkirina Kurdan girtine.

Endamê Fermandariya Akademiyên Apollo ya HPG'ê Medet Serhat bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina gelê Kurd û da xuyakirin, ku xwerêveberî vîna civakê ye, sîstema xweparastinê ya civakan e û destnîşan kir, ku berxwedanên heyî pêşî li qirkirina Kurdan girtine.

'HAMMÛRABÎ YÊ DESPOT JÎ HEFTÊ DU ZIMANÊN LI WELATÊ XWE NAS KIRIBÛ'

Serhat di hevpeyvîna xwe ya ji bo ANF'ê de bibîr xist, kevneşopiya siyasî, sîstemên siyasî yên dîroka gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê konfederal in û got, "Tevî ku Fîrewn, Nemrûd, Dehak û gelek tîran derketin jî, cîhana gelan her tim pirrengî ye. Ji bo Babîlê belasebep negotine, bi heftê du zimanan e. Qralê despot ê Babîlê Hammûrabî, heftê du zimanên li welatê xwe nas kiriye, azad kiriye. Lê despotên niha ji bo zimanekî bi tenê nas nekin li Helepçeyê pênc hezar Kurd bi jehrê xeniqandin. 182 hezar Kurd bi awayekî zindî di çalên mirinê de veşartin. Bi deh hezaran jinên Kurd li bazarên Ereb weke cariye firotin. Dewleta Tirk, bi tenê ji dîroka komarê û vir ve herî kêm 200 hezar Kurd bi awayekî fîzîkî qetil kir."

'XWESERIYA DEMOKRATÎK QUTKIRINA CIVAKÊ JI DEWLETÊ YE'

Serhat, li dijî zext û zora dewletê ya li ser gelan bal kişand ser girîngiya xweseriya demokratîk û destnîşan kir, ku xweseriya demokratîk weke qutbûna civakê ji dewletê dikare bê pênasekirin.

Serhat got, "Di nava xweseriya demokratîk de her etnîsîte (ev yek dikare gund jî be) xwedî mafê gotin û biryarê li ser ziman, nasname, jiyana xwe ya civakî, çand û bi xwe ye. Rêvebirina xwe bi xwe ya civakê û gelan e. Bi vê yekê re civak xwedî erka gotin û biryardayînê ye. Li ser navê xwe polîtîkayê dimeşîne. Mirov dikarin ji vê re bêjin; demokrasiya yekser. Navê 'xwerêveberiya neteweya demokratîk' jî dikare lê were kirin."

'DEWLETA NETEWEYA TIRK HILDIWEŞE'

Serhat da zanîn, ku daxwaza mafê herî biçûk ê Kurdan, weke hilweşîna netewe-dewleta Tirk tê nirxandin û got, "Dewleta destpêkê ya Tirkî û hemû saziyên li gorî vê hatine avakirin, wê ji hev bikevin. Lewma ewqasî bê rehm êrîş dikin û wê êrîşên xwe bidomîne."

Serhat anî ziman, ku êrîşên AKP'ê dişibin êrîşa partiya Nazî di salên 1933-39'an de li hemberî tevahiya civakê û rewşenbîran hatiye kirin û destnîşan, ku divê haya mirovan ji vê hebe û li gorî vê yekê têbikoşin. Medet Serhat got, "Lê belê cîhana me ya îro cîhana sala 1933'an nîne. Gelên Tirkiyeyê jî ne ew ciwan û rewşenbîrên oportonîst ên Elman in, ku teslîmî faşîzma Elman bûbûn."

'DIJMIN JI KÎJAN ZIMANÎ FÊM DIKE, DIVÊ BI WÎ ZIMANÎ BERSIV WERE DAYÎN'

Endamê Fermandariya Akademiyên Apollo ya HPG'ê Medet Serhat diyar kir, şerê taybet dema bi kuştina spî û nerm encamê negire, yekser serî li komkujiyan dide û wiha axivî: "Ya ku niha TC dike jî ev e. Sekna herî girîng a li hemberî vê mirinê, ji her alî ve hewldana ji bo nemirinê ye. Bêguman divê ev yek ne reva ji hêlînê, ne reva ji welêt be. Dijmin ji kîjan zimanî fêm dike, divê bi wî zimanî bersiv were dayîn, divê mirov li ser xaka xwe bimînin û li ber xwe bidin. Konsepta şerê taybet a herî girîng a niha TC dimeşîne, koçberkirina gelê Kurdistanê ji cih û waran e. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e, ku ciwan bi şer bersivê bide û gel jî li ser xaka xwe bimîne û jiyanê ji nû ve ava bike."

Serhat ragihand, ku ya heyî rewşa şer e û destnîşan kir, ku di rewşa şer de jî aliyê zor û şîdetê yê xweparastinê dikeve dewrê.

Serhat bibîr xist, ku xweparastin li gorî hiqûqa cîhanê têgîneke leşkerî ye û ev nirxandin kir: "Ji vî alî ve rast e, lê belê di pênaseya felsefîk a Rêber Apo du aliyên têgîna xweparastinê hene. Ya yekemîn aliyê biyolojîk e, ya duyemîn jî aliyê civakî ye. Hebûneya gerdûnî li ser sê hîmên bingehîn pêk hatiye; xwedîkirin, zêdebûn û ewlekarî (stargeh jî dikare were gotin). Ev qanûna hebûnê ji bo hemû ruhberan derbasdar e. Yek ji van her sê xalan nebe, ew zindî wê di demeke kurt de bi tinebûnê re rû bi rû bimîne. Lewma xweparastin pêwendiya xwe bi hemû qadên hebûnê re heye. Yanî ne tenê têgîneke leşekrî ye. Ji aliyê biyolojîk ve her zindî, heywan, nebat li dijî xeteriyan xwedî refleks û tedbîra parastinê ye.

'BÊYÎ EWLEKARIYÊ SIBEROJA TI ZINDIYAN NÎNE'

Heta ku xwe ewle neke, ti zindî nikare siberoja xwe garantî bike. Ti çivîk, heta ku hêlîna xwe li cihekî ewle neke, hêkan nake. Ti gul bêyî striyan şîn nabe. Yanî civak jî heta ku aliyê leşkerî yê xweparastinê neafirîne, nikare hebûna xwe mayînde bike. Dewlet-sîstemên li Kurdistanê serdest in, ji ber vê yekê karê destpêkê kirin, bêçekkirina gelê Kurd bû. Piştî ku çek ji destê gelê Kurd girtin, gelê Kurd asîmîle kir, ji cewhera xwe dûr xist, di nava saziyên xwe de mîna destar dest bi hêrandina gelê Kurd kirin.

Lê belê dema gelê Kurd bi pêşengiya PKK'ê aliyê leşkerî û çekdarî yê xweparastinê afirand, hingî şikestina civakî û dûrketina ji cewhera xwe sekinand. Lewma ji Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an re 'Fîşeka Destpêkê' hat gotin. Yanî gelê Kurd ji bo hebûna xwe, ji bo nîşandana hebûna xwe, ewlekariya xwe xist destê xwe. Gelê Kurd ê ku niha hebûna xwe nîşanî tevahiya cîhanê daye, gihaştiye wê qonaxê ku şerê leşkerî yê xweparastinê û têkoşîna xweparastinê ya avakirina civakî bimeşîne."

'AŞTIYA BÊYÎ XWEPARASTINÊ DIKARE VEGUHERE TESLÎMIYETÊ'

Serhat destnîşan kir, ku divê şerê xweparastinê bi ti awayî demkî neyê dîtin û anî ziman, ku xeflet e mirov ji bo parastina xwe li benda dewletê bimînin.

Endamê Fermandariya Akademiyên Apollo ya HPG'ê Medet Serhat diyar kir, aştiya bêyî xweparastina leşkerî; dikare veguhere teslîmiyet û koledariyê û got, "Dewleta Tirk bi awayekî tevdeyî nêzî her livandin, her tevgerê dibe. Di rewşa heyî de jî bi temamî civaka Kurd, parêzvanên demokrasî û mafên mirovan hedef digire. Li hemberî vê yekê, li eniya Tirkiyeyê divê em weke Kurd, çepa Tirkiyeyî, sosyalîst, hêzên demokratîk exlaqî-olî û demokratên lîberal bi awayekî topyekûn bersivê bidin. Çi ji destê kê tê divê bike. Ev yek dibe ku qîrînek be, dibe ku avêtina kevirekî be, dibe ku her şêwe çalakiyên radîkal be. Girîng e helwesteke bi vî rengî were nîşandan."

Serhat di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana bi heybet a dîrokî ya ciwanan û destnîşan kir, ku divê ev berxwedana ciwanan bi tevlîbûnên nû bê xurtkirin û mezinkirin.