Şerê di navbera hêzen QSD'ê û çeteyan de dewam dike

QSD'ê diyar kir, li başûrrojhilatê Eyn Îsa, di navbera hêzên QSD'ê û çeteyan de şer diqewime. Di daxuyaniya QSD'ê de hat ragihandin, çete ji herêmê direvin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Giredayî Pengava Rizgarkirina Bakurê Reqqa tevgera hêzên me berdewam dike. 28'ê Gulanê saet derdora 15.00 li başûrê gundê Şergiratê (dikeve başûrrojhilatê Eyn Îsa), di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ'ê de şer rû da. Çete piştî şer ji qadê reviyan.

Dîsa balafirên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê li çeperên çeteyên DAIŞ'ê yên li nêzî gundê Hişê xistin. Lê encama van lêdanan nehat zelalkirin."