Şerdil û Şiyar ji aliyê bi sedhezaran ve hatin veşartin
Şerdil Cengîz û Şiyar Selman ên duh li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, li goristana Yenîkoy a Amedê hatin veşartin.
Şerdil Cengîz û Şiyar Selman ên duh li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, li goristana Yenîkoy a Amedê hatin veşartin.
Şerdil Cengîz û Şiyar Selman ên duh li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, li goristana Yenîkoy a Amedê hatin veşartin.
Gelê Amedê zarokên xwe yên hatin qetilkirin pêşwazî kir û hêrsa xwe bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrê", "PKK gel e gel li vir e" û "Şehîd Namirin" nîşan da. Gel sonda tolhildanê xwar.
Li Parka Koşûyolûyê, ji bo Şerdil û Şiyar bi beşdariya bi hezaran kesî ku parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel û Selma Irmak jî hebûn, merasîmek hat lidarxistin. Piştî nimêjê Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle peyivî û got, "We bav, kal û kekên van zarokên ku we îro qetil kirine, di salên 90'î de qetil kiribûn. Êdî bes zarokên me qetil bikin. Em êdî vê rewşê qebûl nakin. Polîtîkayên xwe yên gemarî û destên xwe yên qirêj ji Kurdistanê vekişînin."
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî bal kişand ser dorpêçiya li hemberî Sûrê û destnîşan kir ku tevî polîtîkayên qetlîamê yên li hemberî wan tên meşandin jî ew ê ji têkoşîna xwe venegerin. Şîmşek got, "Li vê derê, polîtîkayeke gemarî li hemberî gelê Kurd tê meşandin. Lê belê gelê Kurd wê bi berxwedana xwe re vê polîtîkayê pûç bike. Em ê ji mafê xwe yê herî rewa ji berxwedana xwerêveberiyê venegerin."
BAV CENGÎZ: EM NEVIYÊN RUSTEMÊ ZAL IN
Piştî Alî Şîmşek bavê Şerdil Mehdî Cenîz axivî û got, "Ji vê derê bang li Kurdan dikim. Bes e êdî bi salan we eslê xwe înkar kirin. Bes e êdî ji vê tirsê re. Werin em bibin yek. Ji Birêz Barzanî re dibêjim; Bes e êdî bi vê desthilatdara xwînmij re hûn dibin hevkar, destê xwe tevlî xwîna Kurdan neke. Tu ne neviyê Cengîz Han e! Em Kurd neviyên Şêx Seîd, Rustemê Zal, Qazî Mihemmed in."
Piştî axaftinan, girseya gel ber bi Goristana Yenîkoyê ve meşiya. Hejmara girseyê di meşa ber bi goristanê ve, gihaşt deh hezaran Bi yek dengî girseya gel dirûşma "Bijî berxwedana Sûrê" qîriya.
Dema girseya gel gihaşt Goristana Yenîkoyê hejmara gihaşt sed hezaran. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya li vê derê, sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Cenazeyên Şiyar û Şerdil li ber qîrîna dirûşmên "Tolhildan" hatin veşartin.
Bi sed hezaran kesên beşdarî merasîmê bûn, ji bo tevlî civîna koma HDP'ê ya li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bibin, ketin ser rê.