Şehîdên yekem ên YPJ’ê hatin bibîranîn

Ji bo şehîdên yekem ên YPJ’ê Silava û Bêrîvan li Efrînê merasîmek girseyî hate lidarxistin.

Şervanên YPJ’ê yên kantona Efrînê îro ji bo bîranîna şervanên YPJ’ê Silava û Bêrîvan bi karwanekî berê xwe dan goristana Şehîd Seydo ya li navçeya Cindirêsê. Di nava karwanê de bi hezaran şervanan cihê xwe girtin. Karwan ji gundê Xalita yê navçeya Şêrewa derket rê û ber bi navenda kantona Efrînê ve çû.

Piştî ku karwan gihişt bajarê Efrînê, bi meşê di nava kolanên sereke yên bajêr re derbas bûn û dûrişmeyên silavkirina berxwedaniya Silava û Bêrîvan avêtin. Piştre karwan ber bi goristanê ve ket rê. Li wir merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ’ê ve hate lidarxistin.

Di merasîmê de ji fermandarên YPJ’ê Axîn Nûjan axivî, Silava û Bêrîvan bi bîr anî. Axînê bal kişand ser berxwedaniya her du qehremanan ku ji jinên Rojava re bûne mînaka destpêkê ya berxwedaniyê.

Axîn diyar kir ku YPJ’ê bûye dengê jinên Rojhilata Navîn û cîhanê, bi berxwedaniya xwe û bi parastina nirxên azadiya jinê bûye mînaka herî ber bi çav.

Axîn wiha dewam kir: “Têkoşîna me ne tenê li hemberî êrîşên komên çete ye, lê belê têkoşîna me ji bo şerê li hemberî hişmendiya desthilatdar a baviksalarî ye û ji bo avakirina civaka azad û hevjiyana azad e.”

Axîn di dawiyê de got ku divê hemû jinên kantonê di xeta têkoşînê ya Silava û Bêrîvan de cihê xwe bigrin û bi hev re destkeftiyên jina azad ên Rojava biparêzin.

Piştre apê şehîd Silava yê bi navê Mihemed Mihemed li ser rola şehîdan di pêkanîna azadiya gelan û parastina wan de axaftinek kir. Mihemed diyar kir ku tenê bi saya şehîdan gelek xeterî ji herêmê hatine dûrxistin û şopandina rêya şehîdan erka destpêkê ya gelê herêmê ye.

Bêrîvan Rohîn Qelender xwişka şehîd Bêrîvan jî têkoşîna di warê azadiya jinê de vegot, da zanîn ku bi saya van şehîdan ew niha ji qeyd û zincîrên koledariyê tên rizgarkirin.

Di dawiya merasîmê şervanên YPJ’ê de baxên gulan pêşkêşî malbatên herdu şehîdan hatin kirin, her wiha baxên gulan danîn ser gorên şehîdan.