Zarokê bi navê Huseyîn Paksoy ê 16 salî ku li Cizîrê hate birîndarkirin û 4 rojan Hêzên dewletê ambulans nehiştin, DMME'yê ji bo ku bibin nexweşxaneyê biryara tedbîrê girt, lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di rapora otopsiyê de sedema mirina Paksoy windakirina xwînê ya zêde ye.
Zarokê bi navê Huseyîn Paksoy ê 16 salî ku li Cizîrê ya Şirnexê li taxa Nûrê di 14'ê Çileyê de hate birîndarkirin û 4 rojan Hêzên dewletê ambulans nehiştin, DMME'yê ji bo ku bibin nexweşxaneyê biryara tedbîrê girt lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di rapora otopsiyê de sedema mirina Paksoy windakirina xwînê ya zêde ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da xuyandibû ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin û der barê wî de biryara tedbîrê girtibû. Di otopsiya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate kirin de Parêzer Buşra Demîr amade bû, Demîr anî ziman ku dosya li DMME'yê ji ber vê yekê jî divê otopsî li gorî Protokola Mînesotayêbê kirin.
Li ser daxwaza Parêzer Demîr otopsî li gorî Protokola Mînesotayê hate kirin û sedama mirina Paksoy "xwînjêçûyîna zêde" hate nîşandan.
LI HERDU ÇÎPAN DE 4 BIRÎNDARKIRINÊN CUDA
Di rapora otopsiyê de tê gotin ku li herdu çîpên Paksoy 4 birîndarbûnên cuda hene û birîndarkirina çîpa çepê bi tena serê xwe dikuje ye.
Paksoy ê ku 4 rojan li erdê ma û birina nexwşxaneyê hate astengkirin, di rapora otopsiyê de sedema mirinê zêdê xwîn windakirin tê nîşandan.