Agahiya ku 19 birîndarên li Taxa Cûdî ya girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê ku ev 2 roj in agahi ji wan nayên girtin di bin xirbeyan de mane zelal dibe, Sariyildiz bal kişand ku leşker û tîmên taybet li benda mirina birîndaran e. Sariyildiz wiha axivî: “Ev mangeyên mirinê bi taybet ji bo bimirin li wir nobedê digirin. Ji ber ku mangeyên mirinê ji bo kuştina her kesên ku hewl bide taxê biterikînin qetil bikin şandine herêmê.”
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji ANF’ê re axivî, ragihand ku endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel diyar kiriye ku ji ber topbaranê beşek bodrûma lê ne hilweşiyaye, qismek birîndar di bin xirbeyan de mane û ji ber tarîtiyê çav çavan nabîne. Sariyildiz îdîayên şer ên Serokwezîr Davûtoglû û rayedarên hikûmetê jî derewand, destnîşan kir ku li qadê ji bilî hêzên dewletê pê ve ti kesên din tinene. Sariyildiz wiha got: “Eger şer heye, çawa dayik heta pêşiya avahiyê çûn? Rastî ev e ku mangayên mirinê ji bo birîndar bimirin li wir nobedê digirin. Êdî divê her kes bikeve ferqa vê mîzansenê.”
HEMA HEMA TEVAHÎ AVAHIYÊ BI SER QATÊ BODRÛMÊ DE HILWEŞIYAYE
Birîndarên li qata bodrûmê ku 12 roj berê li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê hatin birîndarkirin û ev 2 roj in agahî ji wan nayê girtin, di bin xirbeyan de têkoşîna jiyanê didin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ragihand ku endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel ê herî dawî 30’ê Çileyê saet nêzî 12.00’an têkîlî pê re daniye diyar kiriye ku ji ber topbaranê beşek bodrûma lê ne hilweşiyaye, qismek birîndar di bin xirbeyan de mane û ji ber tarîtiyê çav çavan nabîne, lewre kes nikare alîkariya kesî bike.
Sariyildiz got ev axaftina dawî ya bi birîndaran re bû, bal kişand ku tevahî aliyê rojavayê avahiyê hilweşiyaye, milê rojhilat jî bi qismî dîwarên wê mane, lê hema hema tevahî avahî bi ser qatê bodrûmê de hilweşiyaye û ketin û derketina avahiyê bi temamî hatine girtin.
‘EGER ŞER HEYE ÇAWA DAYIK GIHIŞTIN HETA AVAHIYÊ?’
Sariyildiz îdîayên şer ên Serokwezîr Davûtoglû û rayedarên hikûmetê ku dibêjin ji ber şer ambûlans nikarin biçin cihê bûyerê jî derewand, destnîşan kir ku li qadê ji bilî hêzên dewletê pê ve ti kesên din tinene. Sariyildiz bi bîr xist ku ji destpêkê ve dibêjin ev mîzanseneke dewletê ye û wiha got: “Ji roja destpêkê me got eger ambûlans nikarin biçin, bihêlin şaredarî an jî em biçin, lê her gavê daxwaza me red kirin. Hê beriya rojekê 10 dayik ji bo wergirtina birîndaran heta avahiya li kolana Bostanci çûn û li wir ji aliyê hêzên dewletê hatin binçavkirin. Eger wek tê îdîakirin şer heye, çawa dayik heta pêşiya avahiyê çûn? Dayik di hewşa avahiya bi erdê re bûye yek ji aliyê hêzên dewletê ve hatin binçavkirin. Lê, armanç ne ev e. Jixwe beriya 5 rojan ji birîndaran yekî ragihand ku ji şibakeyan lingên leşker û polîsan dibîne. Êdî divê her kes bikeve ferqa vê mîzansenê.”
‘MANGEYÊN MIRINÊ JI BO MIRINA BIRÎNDARAN NOBEDÊ DIGIRIN’
Sariyildiz bal kişand ku leşker û tîmên taybet derdora avahiyê girtinê û ji bo birîndar bimirin sekinîne, wiha anî ziman: “Ev mangeyên mirinê bi taybet ji bo bimirin li wir nobedê digirin. Ji ber ku mangeyên mirinê ji bo kuştina her kesên ku hewl bide taxê biterikînin qetil bikin şandine herêmê. Yên ji ambûlansan re dibin asteng jî ew in. Personelê tenduristiyê tê tehdîtkirin. Bi îdîaya şer heye naxin hundir. Ji darazê jî natirsin, ji ber ku ji hikûmet û rayedarên dewletê talîmatek wiha girtine.”
Sariyildiz bi bîr xist ku birîndarên 12 roj in li qata bodrûmê têkoşîna jiyanê didin tî ne, got li pêş çavên 78 mîlyonan sûcê şer tê kirin. Sariyildiz wiha axivî: “Birîndar ev 6 roj in dilopek av jî negirtine û ev mirovana ji birînan nemirin jî wê ji tîbûnê bimirin.” Sariyildiz destnîşan kir ku li Cizîrê bi awayekî aşkera sûcê şer û mirovahiyê pêk tê, wiha got: “Ev mirovana li pêş çavên milyonan aşkera aşkera ji mirinê re tên hiştin.”