Ji ber ku 4 roj in ji birîndarên ev 12 roj in li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê asê mane agahî nayê girtin, pirs û fikara 'gelo hatine înfazkirin?' ketiye hişê hemû mirovan.
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz diyar kir, dewlet bi gotina 'şer heye, nikare biçe' hewl dide sûcê li dijî mirovahiyê binixumîne û got, "Ew jêrzemîn ne kêmî odeyên gazê yên Hîtler e."
Li navçeya Şirnex Cizîrê, 15 birîndar, 7 cenaze û 9 sivîlên ji hal ketine, ev 12 roj in li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê asê mane. Ji ber ku 4 roj in ti agahî ji wan nayê wergirtin, tirs û fikara 'gelo hatine înfazkirin' zêde bûye. Astengkirina dayikan, kedkarên tenduristiyê yên dildar û ambûlansên şaredariyê, ku ji aliyê hêzên dewletê ve bi çîrok û senaryoya şerekî lihevçêkirî tê kirin, fikarên înfazê zêdetir dikin. Hat ragihandin, duh danê êvarê kepçeyeke bi palet ber bi avahiya birîndar lê asê mane çû, lê nehat zanîn bê kepçe bi kîjan armancê çûye wê derê.
'HEWL DIDIN SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ BINIXUMÎNIN'
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz bal kişand ser îdîaya dewletê ya dibêje 'ew nikarin biçin wê kolana birîndar lê ne' û destnîşan kir, ku 10 jinên dayikên birîndaran jî di nav de bûn berî 3 rojan çûn hewşa avahiyê û li wê derê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin binçavkirin. Sariyildiz diyar kir, ku binçavkirina dayikan li hewşa avahiyê, îdîaya dewletê pûç dike.
Sariyildiz anî ziman ku 10 jinan xwe gihandine hewşa avahiyê û got, "Dayikan dîtin. Li binê wê avahiyê maşînên zirxî hene. Û berevajî îdîayên wan; ti astengî li pêşiya derxistina birîndaran nîne. Dibêjin 'em nikarin biçin'. Halbûkî me dît ku dikarin biçin." Sariyildiz da xuyakirin, ku rewşa heyî sûcê li dijî mirovahiyê ye û dewlet jî amadekariyan dike ji bo vî sûcê xwe binixumîne. Sariyildiz got, "Bi rojane hem rayedar hem jî çapemenî ji bo bahaneyekê peyda bikin nûçeyên 'nizanim li wê avahiyê filan kes heye' diweşînin. Vê yekê ji bo nixumandina vî sûcê li dijî mirovahiyê dikin. Halbûkî gelekî zelal û aşkere ye li wê jêrzemînê kî hene û ew jî bi vê dizanin."
'NE KÊMÎ ODEYÊN GAZÊ YÊN HÎTLER E'
Sariyildiz bûyerên diqewime weke 'wehşeta sedsala 21'an' pênase kir û got, "Ew jêrzemîna wehşetê ne kêmî odeyên gazê yên Hîtler e. Heman tişt e. Lê yên ku ev kirine wê hesap bidin. Cenaze û birîndarên li jêrzemîna wehşetê, ewladên vî gelî ne. Divê gelê me bi ti awayî û ti carî vê wehşetê nepejirîne. Eger ji wir cenaze derkeve, ev yek wê şerma me hemûyan be."