Sancar: Eger kolan neyên kontrolkirin, wê kaoseke nû rû bide
Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar, ku di dema hewldana darbeyê de li Enqereyê bû hişyarî da û got, eger kolan neyên kontrolkirin wê li Tirkiyeyê serdemeke nû ya kaosê rû bide.
Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar, ku di dema hewldana darbeyê de li Enqereyê bû hişyarî da û got, eger kolan neyên kontrolkirin wê li Tirkiyeyê serdemeke nû ya kaosê rû bide.
Parlamenterê HDP'ê Prof. Dr. Mîhat Sancar, beşdarî Konferansa "Di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, aştî û aramiya li Rojhilata Navîn" a li Başûrê Kurdistanê bû. Sancar di dema vê konferansê de bersiv da pirsên me û hewldana darbeyê ya di 15'ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê rû da, nirxand.
Sancar, ku di dema hewldana darbeyê de li Enqereyê bû û ji nêz ve şahidî ji vê hewldanê re kir, anî ziman, ku her çend ew baş nizanin bê ev hewldan ji aliyê kê ve hatibe kirin jî, xuya ye cûntayek di nava artêşê de ketiye nava hewldanê.
BIKARANÎNA KOLANAN WEKE AMÛREKE GEFÊ, GELEKÎ XETERE YE
Sancar da xuyakirin, ku li hemberî hewldana darbeyê, derketina kolanan a mirovan û pêkanîna xwepêşandanên şermezarkirinê, ji aliyê pîvanî ve tiştekî rast e, lê di heman demê de ev hişyarî da:
"Rewşeke gelekî xetere ye ku hikûmet û Serokkomar, ji bo binpêkirina hin hêzên din, kolanan weke amûreke gefê bi kar tînin. Eger kolan bi vî rengî neyên kontrolkirin, hewldanên li derveyî nerazîbûna demokratîk rû bidin, wê Tirkiye bikeve nava serdemeke nû ya kaosê. Bi taybetî hin nûçeyên di vî warî de tên, gelekî tirsnak in. Hin koman hewl dan êrîşî taxên Elewiyan ên li cihên weke Meletî, Semsûrê bikin. Her wiha gelek kom derketin holê û atmosfereke cîhadîst afirandin. Ne pêkan e em van qebûl bikin. Gelekî xetere ye ku hikûmet van bi kar tîne, an jî Serokkomar ji bo polîtîkayên xwe li ser van hesaban dike. Me gelek caran ev yek li pêşiya raya giştî anîn bîra wan."
LI PÊŞIYA ERDOGAN DU RÊ HENE
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar diyar kir, li pêşiya Erdogan du rê hene û ev yek vegot: "Ya we polîtîkaya xwe ya berê yanî darbeya Qesrê bidomîne û vê rewşê ji xwe re bike firsendek. Ku ev yek alternatîfa destpêkê ye. Rêya duyemîn jî; muzakere û demokratîkbûn e. Em dibêjin, 'polîtîkaya berê, yanî polîtîkaya otorîter, tesfiyekar û zordar a heta niha hat meşandin, zemîn ji darbeyê re amade kir'. Polîtîkayên wan ên şer ên di pirsgirêka Kurd de dimeşînin, rê li ber vê darbeyê vekir. Gelek ji kesên bi îdîaya darbekariyê hatine binçavkirin, berpirsyarên sereke yên şewitandin û xerakirina bajarên Kurdistanê ne. Yek jê kiryarê sereke yê komkujiya Roboskî ye."
DIVÊ LEŞKER, DI HEMAN DEMÊ DE JI BER SÛCÊN LI KURDISTANÊ KIRINE BÊN DARIZANDIN
Sancar der barê darizandin van bersûcên li Kurdistanê komkujî kirine de ev nirxandin kir:
"Daxwaza me zelal e. Eger wê serdemeke nû destpê bike û di vê demê de demokratîkbûn, dewleta hiqûqê û muzakere esas bê girtin, wê çaxê ev kesên hatine binçavkirin ne tenê ji ber hewldana darbeyê, divê ji ber komkujiyên li wê derê kirine jî, bên lêpirsîn. Beşa ceza hiqûqê ya van lêpirsînan, aliyekî wê ye. Aliyê din jî, berpirsyariya siyasî ye. Beşa ceza hiqûqê, yekser li hemberî kiryarê sûc kiriye tê meşandin. Yanî, li hemberî ev fermandarê hatine binçavkirin, lê hê nehatine lêpirsîn û efserên din ên nehatine binçavkirin e. Li hemberî wan divê ji sedî sed lêpirsînw erin meşandin. Di vî warî de me serlêdan ji xwe kiribûn. Em ê şopdarên vê bin. Em ê vê banga xwe ya li hikûmetê dewam bikin. Divê ev mirov ji ber sûcên xwe yên li bajarên Kurdan bên lêpirsîn. Ev beşek e. Beşa duyemîn jî berpirsyariya siyasî ye. Berpirsyariya siyasî jî ya kesên ev polîtîka afirandiye ye. Yanî Serokkomar, hikûmet û wezîrên pêwendîdar berpirsyar in. Pêwîste ev jî ji lêpirsînê re vekirî û amade bin. Pêwîstî bi polîtîkayeke hesabpirsîn û hesabdayînê heye. Eger ev bê kirin, wê pêşî li darbeyên gengaz bê girtin. Eger neyê kirin, wê hêzên darbeyê her tim di dewrê de bin. Fikarên me yên di vî warî de cidî ne."
PÊWÎSTE DERHAL RÊYA HEVDÎTINA BI OCALAN RE BÊ VEKIRIN
Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir, daxwaza wan a lezgîn pêşî vekirina li hevdîtina bi Ocalan re ye û got, "Roja darbe pêk hat, hevalên me ji bo rewşa li Îmraliyê hîn bibin bi Wezîrê Edaletê û hin rayedaran re axivîn. Ji me re hat ragihandin ku rewş normal e, rewşeke xetere û bi rîsk nîne. Lê ji bo em ji vê bawer bin, divê destûr bê dayîn ku parêzer, yan malbat, yan Heyeta Îmraliyê ya partiya me yan jî wekîlên din biçin Îmraliyê. Divê ji sedî sed em jî bibînin. Ji ber ku di nuqteyeke krîtîk de ye. Em qala mirovekî dikin ku beriya her kesî bal kişand ser hêza darebeyê û ji bo muzakereyê kedeke mezin da. Bêguman ne pêwîste ku mirov careke din qada girîngiya Birêz Ocalan a ji bo gelê Kured bikin. Divê hikûmet van hemûyan bibîne û derhal rêya hevdîtinê veke."