NÛ BÛ

Sozdar Avesta: Yekîtiya xwe ava bikin, hêza xwe ya parastinê bikin yek

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û got: "Ji bo gelê me careke din nebe qurbanî divê yekîtiya xwe mezin bike, hêza xwe ya ewlekariyê bike yek û nehêle ku careke din gelê me bibe qurbanî."

Îro Çarşema Serê Nîsanê cejn û sersala civaka Êzidî ye. Êzidî li her devera cîhanê bi rêûresmên çandî vê cejnê pîroz dikin. Doh KCK’ê bi peyameke nivîskî cejna hemû civaka Êzidî pîroz kiribû. Îro Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta peyameke taybet a bi dîmen ji bo şahiya Çarşema Serê Nîsanê ya Şengalê ku li Geliyê Kersê bi rê çû, şand. Peyama Sozdar Avesta ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê li gel peyamên pîrozbahiyê, bi boneya Çarşema Serê Nîsanê bangawaziyên girîng li merciyên olî yê Êzidiyan û rêveberiya Şengalê kir, xwest di vê rewşa aloz a herêmê de Êzidî bi yek dengî hem parastina xwe bikin, hem jî mafên xwe yên rewa misoger bikin. 

Sozdar Avesta wiha dest bi peyama xwe kir: ‘‘Ez bi navê xwe û tevgera xwe silav, hezkirin û bêrîkirinên xwe ji we re dişînim. Cejna Çarşema Serê Nîsanê, di serî de li malbatên şehîdan, li tevahiya dîlgirtiyên fermanê, li tevahiya dayikan, jinên berxwedêr û tevahiya gelê me yê Êzîdxanê pîroz dikim. Tevahiya şehîdên fermanê, şehîdên tevgera azadiyê û Êzîdxanê bi hurmet bi bîr tînim. Gelê me yê hêja, eger îro em vê cejnê li ser xaka pîroz û azad bi kêf û şahî pîroz dikin em minetdarê wan şehîdan e û minetdarê Rêber Apo ne. Bi vê wesîleyê ez vê cejnê li Rêber Apo jî pîroz dikim.’’

‘CEJNA YEKÎTÎ Û TIFAQÊ YE’

Sozdar Avesta diyar kir, ku ev cejn di heman demê de cejna gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn e û axaftina xwe wiha domand: ‘‘Çarşema Serê Nîsanê cejneke herî qedîm a gele Êzîdxanê ye ku bi hezaran salan e vê cejnê pîroz dike. Cejna Çarşema Serê Nîsanê kewna dinyayê ye, kevneşopiyeke pir mezin e. Û ew weke cejna yekîtî û tifaqê, weke cejna rihdayîna meha Nîsanê, hatina biharê ye. Heman demê, ev cejna tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Ez vê cejnê li tevahiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn jî pîroz dikim.’’

‘HÊVÎDARIM HEMÛ DÎLGIRTIYÊN DI DESTÊ DAÎŞ’Ê DE AZAD BIBIN’

Avesta ku bi taybet bal kişand ser berxwedana civaka Êzidî ya ji bo parastina çand û baweriya xwe, got "Gelê me di dîroka xwe de ji bo kevneşopiya xwe bimeşîne, ji bo baweriya xwe bi awayekî azad dewam bike, gelek êşên mezin kişandiye. Bi 74 fermanan re rû bir û maye, qirkirinên mezin dîtiye. Ji bo ku bawerî, çand û zimanê xwe û nasnameya xwe azad bijî ev bi rengekî mezin li ber xwe daye. Herî dawî fermana 3.8.2014’an weke fermana dawî li ser civaka me hate kirin. Ji wê rojê heya îro her çiqas em dixwazin cejnan bi kêfxweşî pîroz bikin jî ev cejn bi dilşikestinekê jî tê pêşwazîkirin. Hîn jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtî hene, ez cejna wan jî pîroz dikim. Ez hêvîdar im têkoşîna sala pêşiya me bibe bingeha azadkirina wan dîlgirtiyan jî.’’

‘KONGREYA MECLÎSA GEL Û PARTIYA NÛ YA CIWANEN ÊZIDÎ PÎROZ BE’

Avesta di dewama axaftina xwe de işaret bi ser xeteriyên li herêmê kir û Kongreya Meclîsa Gel û Partiya Ciwanên Êzidî silav kir. Avesta derbarê mijarê de wiha axivî: ‘‘Weke me di ragihandinê de jî şopand, îsal Çarşema Serê Nîsanê weke festîvaleke çandî û hunerî li Êzîdxanê tê pîrozkirin. Gelê me yê hêja, li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê ya Sêyemîn berdewam dike, hemû herêm di nav qeyraneke mezin de ye. Weke civaka Êzidî hûn jî baş dişopînin û em bawer dikin ku ji bo civaka me careke din bi fermanan re rû bi rû nemîne hûn xwe ji bo vê pêvajoyê amade dikin.

‘JI BO RÊ LI BER QIRKIRINAN BIGIRIN DIVÊ ÊZIDÎ TIFAQA XWE AVA BIKIN’

Di dema bihurî de bi rihê Çarşema Serê Nîsanê, Meclîsa Gel a Şengalê kongreya xwe çêkir. Her wiha Partiya Ciwanên Êzîdî hatiye damezrandin. Ez vê li tevahî ciwanên Êzidxanê pîroz dikim û dibêjim partiya we ser xêrê be. Ez hêvîdar im pirsgirêkên civaka Êzidî bi rêbazên demokratîk û aştiyane û bi siyaseta demokratîk a civakî werin çareserkirin. Ji bo gelê me di aloziya li herêmê de nebe qurbanî banga min ji gelê me yê Êzîdxanê re heye. Divê ku yekîtiya xwe mezin bikin, hêza xwe ya ewlekariyê yek bikin û nehêlin ku careke din gelê me bibe qurbanî. Yên ku neyên vê tifaqê, divê helwest li hemberî wan were nîşandan. Çarşema Serê Nîsanê çarşema tifaqê ye.  Divê li hemberî hemû êrîşên li ser gelê me bisekinin û wan vala derxînin.

'RÊBER APO XWE WEKE FERDEKÎ CIVAKA ÊZIDÎ DIBÎNE'

Keda Rêber Apo û fikir û felsefeya Rêber Apo di pîrozkirina vê şahiyê de pir mezin e. Rêber Apo salên derbasbûyî di hemû peyamên xwe yên ji bo civaka Êzidî de bal kişand ser xeteriyên heyî û got, azadiya civaka Êzidî di civaka demokratîk de ye. Rêber Apo, banga aştî û civaka demokratîk weke Ronesansa Êzîdxanê pênase kir. Ronesans xwe avakirin e, xwe zanekirin e, pêkanîna ewlehiya xwe ye, ronesans li hemberî hemû êrîşan nîşandana vîna azad e.

Di heman demê de Rêber Apo xwe jî weke ferdekî civaka Êzidî û ku baweriya Êzidî ji xwe re hilgirtiye nîşan da. Ev jî ji bo civaka Êzidî rûmeteke mezin e.  Ji ber vê, bi vî fikr û ramanê li hemû qadên jiyanê, li Êzîdxanê, li tevahiya Kurdistanê, li derveyî welat civaka Êzidî divê xwe jinûve ava bike."

‘DIVÊ HEMÛ DEWLET NASNAMEYA ÊZIDIYAN NAS BIKIN’

Sozdar Avesta diyar kir di Çarşema Serê Nîsanê de xelkê Serêkaniyê û Efrînê vedigerin ser cih û warê xwe û got: ‘‘Gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê, civaka Êzidî careke din berê wan li Efrîn a rengîn e. Li Serêkaniyê dîsa li kampên Başûrê Kurdistanê û li tevahiya Kurdistanê ev bihar bihara gelan û bihara civaka me ya Êzidî ye. Divê ku berê civaka me li xaka wê be. Bi vê wesîleyê ez bang li civaka me ya Êzidî ya li kampên Başûrê Kurdistanê dikim, ku vegerin ser xaka xwe. Û xwe yek bi yek di nav gelê xwe de bi cih bikin û xwe pê re bikin yek. Ya ku me bigihîne serketinê ev e. Gelê me yê li derveyî welat, divê di hemû aliyan de bala wan li ser Şengalê be, li ser Êzîdxanê be. Û em bang dikin, di serî de li Iraqê û li hemû welatên ku Êzidî lê dimînin divê nasnameya wan were qebûlkirin. Çand, bawerî û zimanê wê were naskirin.  Di nav bi hezaran gulên biharê de divê civaka Êzidî weke kulîlka herî geş rengê xwe bide tevahiya civakan.

BANGA LI MALA MÎRAN Û BAVÊ ŞÊX: DIVÊ ÊDÎ YEKÎTIYA XWE SAZ BIKIN

Gelê me yê hêja, îro herî zêde ji bo vê civakê pêşengtiya jin û ciwanan pêwîst e. Civaka me bi rihê ciwanan û dîsa bi hestên dayikên azadîxwaz divê vê pêvajoyê bikin pêvajoyê serketin û azadiyê. Divê em hîn zêdetir xwedî li hêzên xwe yên parastinê derkevin. Divê parastina cewherî ji nan û avê zêdetir ji xwe re ferz bibîne. Ez bi wesîleya cejnê bang li Mala Mîran dikim, li Bavê Şêx dikim, divê êdî yekîtiya xwe saz bikin. Bi yek bawerî, bi yek destî, bi yek rihî, bi yek peyvî tevgerin û nehêlin ev civak careke din bişikê."

‘ÇAVÊ HEMÛ CIVAKA ÊZIDÎ LI ŞENGALÊ YE’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Şengalê Sozdar Avesta diyar kir, çavê hemû civaka Êzidî li Şengalê ye û peyama xwe wiha bi dawî kir: "Çavê hemû civaka Êzidî li Şengalê ye, ez hêvîdar im ku ev cejn bibe cejna yekîtiyê, hevgirtinê, berxwedanê, azadiyê û demokrasiya mezin. Ez careke din cejna gelê me, cejna gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Ez dibêjim bijî Êzîdxana azad û demokratîk, bijî Serok Apo. Silav û rêz, serketin be."