Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Nêçîrvan Barzani bi telefonê axivîn

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê axivîn. Aliyan diyar kirin ku divê axa Iraqê ji bo êrîşên li dijî welatên cîran neyê bikaranîn.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani re bi rêya telefonê axivîn. Ofîsa Serokwezîriyê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal axaftina Sûdanî û Barzanî ragihand.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Serokwezîriyê aliyan Başûrê Kurdistanê jî di nav de êrîşên li ser hin bajarên Iraqê red kirin. Sûdanî û Barzanî diyar kirin ku divê axa Iraqê ji bo êrîşên li dijî dewletên cîran neyê bikaranîn.

Her wiha di daxuyaniyê bal kişandin ser girîngiya helwesta hevpar a ji bo aramî û parastina serweriya welat.