Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

Abdullah Mohtadî ragihand ku ew ê tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat a ku di 22’yê Sibatê de hatibû ragihandin, bibin. Ev hevpeymanî bi kombûna pênc partiyên siyasî yên Kurd ên Rojhilat pêk hat.

Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşan Kurdistan a Îranê biryara tevlîbûna Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat a ku ji hêla pênc partiyên siyasî yên Rojhilat ve hatiye damezrandin, ragihand.

Sekreterê Giştî yê Partiyê Abdullah Mohtadî diyar kir ku ew ê tevlî hevpeymaniya ku di 22’yê Sibatê de hatibû ragihandin, bibin. Mohtadî biryara tevlîbûnê bi rêya platforma medyaya dîjîtal X’ê ji raya giştî re ragihand.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat ji van partiyan pêk tê:

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)

Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê (PDKI)

Rêxistina Xebatê ya Kurdistana Îranê

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê

Mohtadî di parvekirina xwe de ev tişt anî ziman: "Ev ji bo gelê Kurdistanê, ku hewce dike ji her demê bêtir refên xwe xurt bike, ji bo her kesê ku ji bo yekîtiyek siyasî ya mezin a demokrasiyê li Îranê dixebite, agahiyeke baş û wêrekî ye."