Rojnamevan: Em hatine deng bidin dengê we

Rojnamevanên ji bo piştgirî bidin xebatkarên çapemeniya azad hatin Amedê, em ji bo deng bidin dengên rojnamevanê li Kurdistanê di bin şertên zehmet de kar dikin hatine.

Rojnamevanên ji bo piştgirî bidin xebatkarên çapemeniya azad hatin Amedê, em ji bo deng bidin dengên rojnamevanê li Kurdistanê di bin şertên zehmet de kar dikin hatine.

Rojnamegerên bi navê Ayşe Yildirim, Celal Başlangiç, Said Sefa, Ergun Babahan, Evrim Kurdoglu û Tuncay Ogreten yên ji bo piştgiriya xebatkarên çapemeniya azad ên li Kurdistanê di bin bomberanê de xebatên xwe dimeşînin hat Amedê û "Nobeta Nûçeyan" dan destpêkirin daxuyanî dan çapemeniyê. Rojnamegerên li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê daxuyanî dan destnîşan kirin ku ew ê ji bo piştgiriya rojnamegerên li herêmê dixebitin nobeta nûçeyan bigirin. 
Rêvebirê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê û Edîtorê rojnameya Ozgur Gundem Sedat Yilmaz da zanîn ku heya dawiya meha adarê dê rojnameger werin û li qadê derkevin nûçeyan û wiha got: "Dê zehmetiyên ku rojnamegerên li vê derê dikişînin bibînin û piştre çavderiyên xwe parve bikin."

'BI KELECAN CANOZER HATIN VÊ DERÊ'

Nivîskara rojnameya Cumhuriyetê Ayşe Yildirim jî rojnamegera bi hinceta kelecaniye hat binçavkirin Berîtan Canozer bi bîr xist û wiha got: "Hewcehiya Tirkiyeyê bi rojnamegerên kelecanî hene. Em îro bi kelecan û hêviya Canozer hatin vê derê. Em hêvîdar in em ê bibin dengê rojnamegerên girtî."

Nivîskarê Haberdarê Celal Başlangiç jî anî ziman ku ya talûke ne tank û topa zaliman e, ya talûke amûra derewkar ê di destê zaliman de ye û wiha axivî: "Em ji bo kanalên nû vebikin li vê derê ne. Azadiya çapemeniyê azadiya girtina mafê nûçeyan a gel e. Em jî ji bo vê li vir in."

'ZÊDETIR ROJNAMEGERÊN TÊN GIRTIN ROJNAMEGERÊN KURD IN' 

Nivîskarê Ozgur Duşunceyê Ergun Babahan jî axivî û got ku dema li welatekî dengê rastiyan were kêmkirin ne tenê kesên ji wan rastiyan acizî dikişînin hemû kes berdêl dide. Babahan anî ziman ku rojnameyên qesrê hemû li ser derewan nûçeyan çêdikin û wiha berdewam kir: "Rewşa Tirkiyeyê dişibe rewşa salên 1939'an a Almanyayê. Zêdetir rojnamegerên hatine girtin jî rojnamegerên kurd in. Ji bo ku hûn di rewşeke çawa de dixebitin em hîn bibin hatin vê derê."

Xwediyê Îmtiyazê ya rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olçen jî got ku Gerînendeyê Karên Nivîsê ya rojnameya wan Rojhat Aktaş ev 12 roj in di bin êrîşê dewletê de ye. Olçen destnîşan kir ku heke tiştek bi serê wî were berpirsê vê Davutoglu û Erdogan e.

Piştî daxuyaniyan rojnameger çûn li cem malbatên ku zarokên wan li Sûrê hatin qetilkirin û ev 10 roj in li Sumerparkê nobetê digirin.