Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel li ser gora xwe hatin bîranîn

Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel ên li jêrzemîna Cizîrê hatibûn qetilkirin, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li ser gora xwe hatin bîranîn.

Di merasîma bîranînê ya ku li Goristana Pirsûsê hat lidar xistin de, li gel malbatan rayedarên DEM Partiyê nûnerên Komeleya Piştgirî û Hevgirtina bi Malbatên ku li Axên Kevnar Xizmên Xwe Winda kirine û Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firat jî amade bûn. 

Berî bîranînê, polîs hewl da ku beşdaran li deriyê goristanê rawestîne û asteng bike. Li ser nerazîbûnan, polîs paşve gav avêt. Beşdar bi wêneyên Aktaş û Yavûzel ber bi goristanê ve meşiyan û dirûşme berz kirin.

Di çalakiya bîranînê de hat gotin ku Rohat Aktaş wek rojnamevan pêvajoya pevçûnê dişopand û Mehmet Yavûzel jî xebatên siyasî dikir. Axaftvanan, dan zanîn ku divê tiştên li Cizîrê qewimîn bêne ronîkirin û berpirsyar bên darizandin.

Malbatan jî daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman, bal kişandin ser girtiyên siyasî û banga azadiya fîzîkî ji bo Rêber Apo kirin. 

Bîranîn bi xwendina duayan û danîna qurnefîlan li ser goran bi dawî bû.