Rewşenbîrên Başûrî: Xwedîderketina li Bakur wezîfeyeke dîrokî ye

Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku siyasetmedar, rewşenbîr û gel nerazîbûneke têrker nîşanî komkujiya li Bakurê Kurdistanê nadin û gotin, "Xwedîderketina li Bakur wezîfeyeke dîrokî ye."

Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku siyasetmedar, rewşenbîr û gel nerazîbûneke têrker nîşanî komkujiya li Bakurê Kurdistanê nadin û gotin, "Xwedîderketina li Bakur wezîfeyeke dîrokî ye."

Rewşenbîrên ji ANF'ê re axivîn diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêwendiya xwe bi van komkujiyan re heye û destnîşan kirin PDK di oxira berjewendiyên xwe yên biçûk de bûye hevparê vê siyaetê.

DIVÊ HER KES RABIN SER PIYAN

Ji rewşenbîran Hawre Sîrwan got, "Dewleta Tirk, Kurdan qetil dike û yên herêmê bi rê ve dibin li vê temaşe dikin." Sîrwan nerazîbûn nîşanî rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê da û got, "Halbûkî diviyabû rêveberiya Başûrê Kurdistanê li pêşberî vê rewşê bêdeng nebûya. Mixabin, nerazîbûna pêwîst a li hemberî vê yekê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve nayê dayîn. Siyasetmedar, rêveberên herêmê di vî warî de wezîfeyên xwe yên neteweyî û dîrokî bi cih nînin. Di herikîna dîrokê de ti carî Kurdan mîna îro ji qada navneteweyî destek nedîtin. Lê belê Başûrê Kurdistanê desteka pêwîst nade Bakurê Kurdistanê. Di pêvajoyeke bi vî rengî ya krîtîk de diviyabû yekîtiya neteweyî bihata avakirin û bi yekîtiya neteweyî re bersiv li hemberî êrîşan bihata dayîn."

Sîrwan da xuyakirin ku ji ber sekna ji hev cihê ya Kurdan, êrîş gihaştiye radeya komkujiyê û got, "Bala xwe bidinê, dewleta Tirk bi awayekî vekirî dibêje ew ê destûrê nede rewşeke li Rojava û Başûrê Kurdistanê. Dijminatiya xwe ya li gelê Kurd bi gotinên sergirtî nabêje, yekser bilêv dike. Eger nerazîbûna li hemberî vê dûrî ji berjewendiyên partîtî û malbatî bi helwesteke neteweyî bihata dayîn, dewleta Tirk nikarîbû tiştekî bi vî rengî bigota."

Sîrwan, ji ber têkiliyên bi dewleta Tirk re PDK û Mesûd Barzanî rexne kir û ji Barzanî re got, "Li şûna PKK, YNK û Tevgera Goran, rabe dewleta Tirk 'hedef' bigire. Sîrwan got, "Dixwazim vê ji PDK'ê re bêjim. Kalkê Mesûd Barzanî ji aliyê Tirkan ve hat darvekirin. Gelo Mesûd Barzanî bi çi rengî dikare dewleta Tirk weke dostê gelê me bibîne. Ev tiştekî gelekî şaş e. Naxwazim bi zimanekî giran binirxîni, lê belê tiştê ku Mesûd Barzanî dike şaş e. Li şûna ku PKK, YNK û Tevgera Goran hedef bigire, bila dewleta Tirk hedef bigire. Eger bi vî rengî tevbigere, wê hingî gelê Kurd bi ser bikeve."

'STRATEJIYÊN PDK Û ERDOGAN WEKE HEV IN'

Nebes Goran jî ragihand, ku divê rewşenbîr û siyasetmedarên başûrê Kurdistanê, bi kampanya, meş û mîtîngan re gel birêxistin bikin, ku destekê bide gelê Bakurê Kurdistanê.

Goran got, "Li dijî vê zilmê bang li hemû hêzên li derveyî desthilatdariyê ne dikim, ku bi rê û rêbazên cuda, heta dawiyê destekê bidin gelê Bakur" û destnîşan kir ku rewşa PDK'ê trajîk e ku li hemberî Kurdên li Bakurê Kurdistanê li nava refên dewleta Tirk cih digire.

Goran diyar kir ku ev rewş nayê qebûlkirin û got, "Girîng e tavilê ji vê helwesta xwe vegere. PDK bi taybetî di ser bazirganiya petrolê re xwedî hevkariyeke mezin a aboriyê ye. Lewma berjewendiyên wan yek e. Stratejiyên wan weke hev in. Tirkiyeya Erdogan, ji bo tesfiyekirina PKK'ê û şikandina berxwedana gelê Bakur, bi PDK'ê re têkiliyeke xurt datîne.

Wekî din, bi bikaranîna PDK'ê re dixwaze di ser Mûsilê re derbasî Kerkûkê bibe. PDK jî ji bo desthilatdariya xwe ya li Başûrê Kurdistanê qewîn bike, pişta xwe dispêre dewleta Tirk. Lewma ne xema PDK'ê ye ku çi li hemberî PKK'ê tê kirin an jî çi bi gelê Bakurê Kurdistanê tê kirin. Ji berv ê yekê nepêkane ku Kurd bi PDK'ê re têkoşîna ji bo azadiyê bimeşînin."

KURD NE TENÊ LI ÇIYÊ, LI BAJARAN JÎ LI BER XWE DIDIN

Şêx Nasir Hafed pirsgirêkên li Bakurê Kurdisatnê weke pirsgirêkên tevahiya Kurd û Kurdistanê pênase kir û got, "Êrîş li hemberî hebûna Kurdan tên kirin. Kurdan berê bi tenê li çiyê şer dikirin û li hemberî dijmin bi tenê li çiyê li ber xwe didan. Lê belê êdî vî şerî li bajaran dimeşîne. Ya ku li Bakurê Kurdistanê diqewime ev e."

Şêx Nasir Hafed bal kişand ser bêdengiya gelê Başûrê Kurdistanê li pêşberî qewimînên li Bakurê Kurdistanê û got, "Ya ku civak xist vê rewşê, xwediyên desthilatdariyê ne. Divê gelê Başûr vê qebûl neke û dakeve qadan. Bi çalakiyên cihêreng re divê xwedî li Bakur derkeve. Bi vî rengî dikare pirsgirêka Kurd bêhtir bixe rojeva navneteweyî."

TECRÎD Û ÊRÎŞ PARÇEYÊN JI HEMAN KONSEPTÊ YE

Hafed ragihand ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên tên kirin, parçeyên heman konseptê ne û got, "Bikaranîna ala Kurdistanê di serdana Barzanî ya li Enqereyê de, xapînokek e.

Bala xwe bidinê; li hemberî Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke şidandî heye. Dûre li her cihî êrîşan li dijî gelê Kurd didin destpêkirin. Bêguman ev bi hev girêdayî ne. Eger em bi vî rengî li rewşê temaşe nekin, em ê şaşîtiyan bikin."

...