BI DÎMEN

Rewşenbîrên Başûrî: Anîna leşkerên Tirk xiyanet e

Rewşenbîran ev bang li gelê Başûrê Kurdistanê kirin: Li dijî vê xiyanetê roj roja daketina qadan e. Ev welat bi xwîna bi hezaran ciwanên me azad bû. Lewma divê kes bêdeng nemîne.

Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û got, "Yên ku ew anîne nava xaka me, xiyanet kirine."

Rewşenbîran ev bang li gelê Başûrê Kurdistanê kirin: Li dijî vê xiyanetê roj roja daketina qadan e. Ev welat bi xwîna bi hezaran ciwanên me azad bû. Lewma divê kes bêdeng nemîne.

LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ EM DAKEVIN QADAN

Ji rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê Mahmût Bestûnî got, "Ji dema Osmaniyan û vir ve siyaseta Tirk her tim li dijî Kurdan e" û ev peyam da: "Siyaseta Tirk timî li ser tinehesibandin û dijminatiya li Kurdan hatiye meşandin. Siyaset AKP'ê jî dewama vê siyaseta dijminatiyê ye. Leşkerên Tirk ji bo bidestxistina Mûsil-Kerkûkê û tesfiyekirina PKK'ê bi destê Kurdan ket nava Başûrê Kurdistanê."

Bestûnî diyar kir ku mijar Kurd be, cudahî di navbera bakur û başûr de nîne û got, "Dema mijar Kurd be yekser siyaseta dijberiyê tê meşandin. Li ser navê me, kî daxwaza perwerdeyê ji dewleta Tirk dike? Weke gel em ti alîkariyê ji dewleta Tirk naxwazin. Yên ku ew anîne xaka me bila zanibin, ku ew xiyanetê li vî gelî dikin. Yê ku her roj li bakur bajarên Kurdan bombe dike, wê bi çi rengî îro bê li vê derê alîkariyê bide me."

Bestûnî axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Armanca hemû serdestan ew e ku pêşî li destketiyên Kurdan bigirin. Dibêjin ew li dijî PKK'ê ne. Çima? Ji ber ku naxwaze Kurd destketiyan bi dest bixin. Armanca hatina leşkerên Tirk bo Başûr jî bi vî rengî ye. Yên ku ev xiyaneta dîrokî kirin, wê neyên efûkirin. Lê belê divê mirov vî karî ji dîrokê re nehêlin. Girîng e Kurd hemû îro li hemberî vê yekê dakevin qadan, nerazîbûna xwe nîşan bidin û vê dagirkeriyê pûç bikin."

'JI NAVA XAKA ME DERKEVIN'

Rewşenbîr Sîrwan Mehmûd Newroz bi gotina 'ji nava xaka me derkeve' nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da û got, "Leşkerên me îro dikarin biçin Tirkiyeyê û li wir baregehê ava bikin? Çûyîna leşkerên me li aliyekî, Kurd nikarin li Tirkiyeyê bi Kurdî biaxivin. Wê demê, ji nava xaka me derkevin û biçin."

Newroz da xuyakirin ku eger hêzeke derve li xaka we bicih bibe, ev yek tê wateya dagirkeriyê û got, "Divê her kes li dijî dagirkeriya leşkerên Tirk bisekinin. Pêwîste em leşkerên Tirk ji sedî sed bişînin Tirkiyeyê. Yên ku îro ji bo azadiya Kurdan şer dikin, ew hêzên li dijî DAIŞ'ê şer dikin e. PKK û YPG vê dikin. Li Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê ev kirin. Her kesî ev dît. Bila ti kes hewl nede vê rewşê bi awayekî cuda nîşan bide. Leşkerên Tirk bi tenê daye dû bicihanîna armancên xwe yên dîrokî. Hesabên dagikirina Mûsil-Kerkûkê û tesfiyekirina PKK'ê dikin. Yên herêmê bi rê ve dibin divê bizanibin ku gelê Kurd ji hebûna leşkerên Tirk gelekî aciz e."

'EGER PKK NEBÛYA, HEWLÊR JÎ WÊ BIBÛYA MÎNA ŞENGALÊ'

Dr. Rabî bal kişand ser baregehên leşkerî yên dewleta Tirk di sala 1992'an de li Başûrê Kurdistanê çê kir û anî ziman ku dewleta Tirk bi awayekî mayînde hatiye Başûrê Kurdistanê.

Dr. Rabî ji Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re axivî û got, "Eger tu ji xwe re dibêje, 'ez serokê Kurda me' wê çaxê tu çima dewleta Tirk a li bakur komkujiyê dike, tîne başûr."

Dr. Rabî ragihand ku dewleta Tirk dixwaze bi destê serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re PKK'ê tesfiye bike, Rojava bi temamî dorpêç bike û got, "Eger ji bo rizgarkirina Mûsilê hatibin, wê çaxê çi karê leşkerên Tirk li herêma Soran heye? Xala duyemîn jî ew e; Hikûma Iraqê ev venexwendine. Mixabin ê ku alîkariyê dide vê dagirkeriyê, partiyeke Kurd e."

Dr. Rabî destnîşan kir ku eger PKK nebûya komkujiya li Şengalê qewimî wê li Hewlêrê jî biqewimiya û got, "PDK zextê dike ji bo PKK ji Şengalê derkeve. Lê belê dewleta Tirk tîne Başûrê Kurdistanê. Eger gerîlayên PKK'ê nebûna, wê komkujiyek ji Şengalê girantir bi serê Hewlêrê de bihata. Madem dewleta Tirk ewqasî dost e, ji baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê çima tevlî parastina Hewlêrê nebû? Alîkarî li aliyekî, îro li Bakurê Kurdistanê her roj Kurdan qetil dike. Madem Mesûd Barzanî xwe weke serokê Kurdan dibîne, çima li pêşberî komkujiya li gelê li Bakur bêdeng e?"

Dr. Rabî herî dawî destnîşan kir ku Mesûd Barzanî ji bo bi zordariyê serokatiya xwe li ser gel ferz bike, dixwaze leşkerên Tirk bi kar bîne.